Başbug diçe dadgehê

Serokfermandarê hêzên çekdarê Tirkiye yê Kevin Ilker Başbug jî,  di çerçova hinek bûyerên ne qanûnî di nav leşkeriyê de wê here dadgehê û êfada xwe bide.

Roja ku Basbug cilên leşkerî ji xwe êxistin û bû sivîl, dozerê Ergenekonê Zekeriya Oz piştî êfadeya hinek leşkeran gihajt baweriyekî ku,dive Başbug jî bê dadgehê û êfada xwe bide. Dê rojên pêşiya me de kifş bibe ku, ka dê Başbug wek kesek tawanbar yan jî bi awayek din here êfada xwe bide.

Bê guman her bi çi awayîbê derketina Başbug ji bo hinek bûyerên ne qanûnî di nav hêzên çekdar de, li himber dadgehê, bûyerek gelek girîng e. Ji xwe dixweyê ku piştî erêkirina guhertinên destîûrê, wê ev cureyên êfade danê gelektir bibin.

Nerîna min :