Kultur

Guguş di cejnê de li Hewlêrê ye

Biryar e di sêyem roja cejna Remezanê de çendîn hunermendên Îranî li bajarê Hewlêr konseran bidin ku diyartirîn ji wan hunermend Guguş e.

Rêvebirê şîrketa hunerî ya Babilyonê Selwan Senatî di daxuyaniyeke taybet de ji Warvînê re diyar kir ku hunermendên wek Guguş, Afşîn, Şadmîr, Sipêrde, Andî û Cemşîd dê di cejna Remazanê de li navçeya Enkawayê ya Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê de konseran bidin.

Şîrketa Babilyonê li bajarê Hewlêrê çendîn konseran bo hunermendên diyar ên ereb û fars ên wek Elîsa, Necwa Kerem, Muîn Esfahanî, Leyla Firuher û çendîn hunermendên din konseran saz kiriye.

Back to top button