Riyad Sêf nexweş e û tu nakokî di nav Daxuyaniyê de nîne
Endamê komîta giştî ya Daxuyaniya Şamê Welîd Elbunî diyar kir ko gotinên li ser devjêberdana kar ya serokê komîta giştî ya Daxuyaniya Şamê Riyad Sêf, ne ras tin..
Hêjayî goti
nê ye ko berî çend rojan Riyad Sêf daxwaza devjêberdana kar kiribû û di daxwaziya xwe de gotibû ko ji ber sedemên kesayetî û nexweşiyê ew êdî nikare karê xwe berdewam bike..Ji mêj ve nexweş e, û nexweşiya wî penceşêra prostata ye, û di zindanê de baş nedihate dermankirin..Loma ew gotinên ko dibêjin ko wî dev ji kar berdaye ji ber nakokiyên di navbera endamêm Daxuyaniya Şamê de, li ser pirsa alîkariya ji derve ya diravî, dûrî rastiyê ne..
Ji alîkî dî ve Welîd Elbuni got :”Eger pirsa alîkariya peran ew e ko kanala TV ya Barada distîne, ev yek bi Barada ve girêdayî ye, û ev TV ne girêdayî komîta(emana) giştî ya Daxuyaniyê û ne jî komîta serokatiyê ye, û bi navê Daxuyaniyê na peyive, lê ew piştgîriya ramanên daxuyaniyê dike”.
Herweha li ser pirsa ko Daxuyanî belav bûye û nema bi kêr tê, Elbunî got ko ne rast e, û hîna hemî dezgehên wê li ser kar in û ew hîna destên xwe dirêjî rêjîmê û miletê sûrî dikin ji bo ko Sûrya bi rengekî aşîtiyane berû dêmokrasiyê ve bibin..