Hevpeyvîn

Barzanî:Kultura lêborînê jêderê şanazîya me ye

Ev jî teksta wê dîdarê ye:

RT: Çi pênasiyek ji Kurdistanê re heye û cudayîya navbera Kurdistanê û beşên din yên Iraqê çi ye?

Serokê Kurdistanê: Di destpêkê de hûn bi xêr hatine Kurdistanê. Piştî cenga cîhanîya yekem, li Iraqê du netewe bi hevdu re dijîyan. Iraq bi destên Kurd û Ereba hat avakirin. Ereb û Kurd di Iraqê de du neteweyên serekî ne, bi hevdu re dijîn. Belê mixabin, dema ku dewleta Iraqê hat damezirandin, ne li ser bingeha pêwendîya dostane ya navbera Ereb û Kurd hat damezrandin. Ev rewşa weha heta sala 1991-ê,dema serhildana mezin a gelê kurd berdewam bû. Hîngê formula siyasîya Iraqê li ser astê cîhanî hat guherandin. Li ser dirêjîya sedsala bîstem (20) jî, kurdan surişta xwe ya neteweyî paraztin û xebata wan jî, ne tenê ji bo bi destxistina mafên wan bû, belê ji bo paraztina morka surişta neteweyî bû. Piştî serhildana sala 1991-ê, rewş hat guhertin û kurdan ew maf dan xwe, ku ew bi xwe bi rêya desthilatdarîya otonomî, bibin xwedanên deverên xwe. Piştî herifandina rejîma Sadam Huseyin di sala 2003-ê de jî, roleka giringa kurd di prosesa siyasî û danîna destûra Iraqê de hebû. Wek hûn dizanin, ku berî çend rojan hilbijartin li seranserî Iraqê çê bûn. Piştî 2003-ê  rewş hat guherandin û rewşa asayişê jî nexweş bû. Belê bi xweşî ve gelê kurd şiya (dikarîbû) asayişa herêma xwe bi cih bike.

RT: Berî niha hinek nakokîyên ideolojîk di navbera Baxdayê û herêma Kurdistanê de hebûn,  gelo dibe niha qonaxek nû dest pê bibe?

Serokê Kurdistanê: Berê nakokî hebûn, ji ber ku mafên me dihatin mandilakirin, belê niha rewş hatiye guherandin. Niha destûreka Iraqê heye, ku di tê de erkên herdu alîyan hatine dîyarkirin. Kurd nûnerîya yek ji wan alîyan dike, ewên ku Iraqa nû damezirandine, heger hukûmet bendên destûrê li ber çav bigire, bi min weha ye, ku di ayinde de ti pirsgirêk çênabin.

RT: hûn weha dibînin, ku hilbijartinên Iraqê ji Iraqê re û ji herêma Kurdistanê re serkevtî bûn?

Serokê Kurdistanê: Em wê prosesek gelekî serkevtî dibînin.

RT: Çi watayeka van hilbijartinan ji gelê kurd re heye û destkevtiyên wan çi ne?

Serokê Kurdistanê: Ev hilbijartinên han nûnerên me li parlementoya Iraqê dîyar dikin, em dikarin wê wek bereyeka din bi nav bikin û çekê destê me jî tê de destûr e.

RT: Ewên ku serdana Hewlêrê dikin, wê wek Iraqeka din bi nav dikin. Wataya vê yekê çi ye? Ev di ayinde de ti peywendîya xwe bi pêşxistina kurdistanê ve heye?

Serokê Kurdistanê: Em beşekî ji Iraqê ne, ev devera han jî xaka Iraqê ye. Em nabêjin ji Iraqê cuda ye, belê em tekez dikin, ku ewledarî li vê deverê pêkhatî ye,  herweha, kultur, dîrok, dab û nerîtên xwe yên taybetî hene.

RT: Hûn dixwazin weha bibêjin, ku vê derê di warê ewlekarîyê de Iraqeka hêmin e, giringîya vê yekê ji bo çi ye? Ji bo pêşkêşkirina aîkarîyê û pêşxistina Iraqê ye yan ji bo rakêşana serinca (balkişandina) xelkê ye?

Serokê Kurdistanê: Bê goman, ev devera han li jêr saya hebûna ewledarîyê, bûye egerê rakêşana kompanyayên biyanî, hêminîya ku li herêma Kurdistanê heye, li herêma Kurdistanê û paşê jî li deverên dinên Iraqê, bingeha karê investkarîyê û sermayedarîyê ye.

RT: Gelo kurdên Iraqê xwe Iraqî dibînin?

Serokê Kurdistanê: Kultura lêborînê jêderê şanazîya me ye. Kurd bawerîyê bi lêborînê tînin, di sala 1991-ê de du tîmên supayê Iraqê xwe radestî hêzên Kurdan kirin. Wî supayê ku 4.500 gundên kurdan bi rêyên qirkirinê û kuştina komane wêran kir, belê bi tevî vê çendê, sivikî bi yek leşkerê Iraqê jî nehat kirin û pileya wî ya leşkerî jî jê nehat standin. Bi rêzek mezin jî dan û standin bi wan re hat kirin û ber bi malên xwe ve hatin şandin. Heta ku destûreka nû li Iraqê hebe, em dê Iraqî bin û di heman demê jî de, em kurdên Iraqê ne.

RT: Heta çi radeyî desthilatdarîya kurdî serbixwe ye?

Serokê Kurdistanê: Destûra Iraqê weha daye nîşandan, ku Iraqê dewleteka federal e.Kurdistan jî devereka paraztî ye û beşekî  ji vî welatî ye.

RT: Hûn ayindeyê Iraqê piştî vekişîna hêzên Amerîka çawa dibînin?

Serokê Kurdistanê: Berî niha bi mehekê min serokê Amerîka Barak Obama dît û me behsa vê pirsê kir, min pirs jê kir; ku gelo vekişîna wan ji Iraqê bi wataya temambûna berpirsyarîya wan a li beramber vî welatî ye? Bersiva min da û got; ku vekişîna hêzên wan ne bi wataya temambûn û nemana berpirsyarîya wan e. Weha jî got; ku rast e hêzên wan dê vegerin welatê xwe, belê dê peywendîya me bi Amerîka re berdewam be.

RT: Hûn pêwendîyên Iraqê û Rûsiya çawa dibînin?

Serokê Kurdistanê: Mebesta me pêwendîyên xurt in, çi ew pêwendî di navbera Iraqê û Rûsiya de bin û çi di navbera herêma Kurdistanê û Rûsiya de bin. Belê ewa ku heta niha têbînîya me li ser heye, ku peywendîyên giring di navbera herdu welatan de nînin, niha em dikarin hinekî bibînin, ku pêwendîyên navbera van herdu welatan li pêş dikevin. Belê li herêma Kurdistanê, heta niha Rûsiya amadebûna xwe nedaye nîşandan, ku pêwendîyên xurt bihên damezrandin. Em dixwazin di ayinde de pêwendîyên Rûsiya bi vê deverê re hebin.

Back to top button