Polîtîk

Barzanî: Yên alaya Kurdistanê dişewitînin dê baca tawanên xwe bidin

Mesûd Barzanî serokê Kurdisstanê di peyamekê de li ser bûyera bajarê Amûdê dibêje ku yên alaya Kurdistanê dişewitînin û ciwanên Kurdistanê îşkence didin dê baca tawanên xwe bidin.Serok Barzanî sipasiya berxwedan û xweragiriya xelkê bajarê Amudê dike ku bergiriyê ji bihayên pîrozên gelê Kurdistanê dikin û dibêje ku, rêbaza neteweyî û canê kurdayetiyê serdikeve û yên alaya Kurdistanê dişewiutînin şermezar dibin.Ev li jêr teksta peyama serok BarzanîBi navê Xwedayê mezin û dilovanSipasiya xweragiriya xelkê bajarê Amudê dikim ku, bergiriyê ji resenayetî, welaperwerî û bihayên bilindên gelê Kurdistanê dikin. Destxweşiyê li we dikim ku hûn bi bihênfirehî û biberxwedanê alaya Kurdistanê diparêzin ku alaya xûna şehîd û sembola pêkvejiyan û aşitîxwaziyê ye.Ez we dilrehet dikim ku, rêbaza welatpewerî, canê kurdayetî û resenatiyê serdikeve û şermezarî bo wan dibe yên alaya Kurdistanê dişewitînin û xurt û ciwanên kurdan îşkence û azar didin dimîne û li dawiyê ew dê her baca tawanên xwe bidin.Mesûd Barzanî03.12.2016

Back to top button