Polîtîk

Barzanî û Zana behsa yekîtiya Kurdan kirin

Îro sêşem 26.11.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Leyla Zana Parlementerê Tirkiye kir.

Li hevdîtinê de xanima Leyla Zana xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda. Li vê hevdîtinê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê hate guftûgo kirin û li ser wan rêyan axaftin ku dibine sedema pêşxistin û berev pêşveçûna pêvajoya aştiya li Tirkiye û her dû alî tekez li ser girîngiya aştiyê kirin û bi take rêya çareserkirina kêşeyan dane zanîn. Her li vê hevdîtinê de pêvajoya herêmê û pêgeh û bandora Herêma Kurdistanê ya li ser pêşhatan û çareserkirina pirsgirêkan guftûgo kirin.

Axaftina li ser yekxistina nav mala Kurd û girîngiya yekîtî û yekdengiya hêza Kurdan ya li pirsên neteweyî û çarenûsazan de mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button