Polîtîk

Barzanî û Mistefa behsa Kabîneya 8 ya Hikûmeta Kurdistanê kirin

Roja pênçşemê li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziya birêz Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şanda li gel kir û li gel wan civiya. Şanda li gel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran ji Umerê Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir, Celal Cewher, Mihemed Hacî, Aram Şêx Mihemed û Ako Heme Kerîm pêkhatibû.

Li hevdîtineke dostane û erênî da Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şanda mîhvan bi xêrhatinê li Serok Barzanî kirin û destpêkê de behsa wan serdan û çalakiyan hate kirin ku birêz Serokê Herêma Kurdistanê li serdana xwe ya welatên Ewrûpa de encam dabû.

Beşekî girîngê civînê taybet bû bi axaftina li ser damezrandina kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew asteng û gîr û girift jî hatin nirxandin ku ketine ber pêvajoya danusandina di navbera aliyên siyasiyan û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû astengiyek ji pêvajoyê bê derxistin, bo ku bi zûtirîn dem pêvajoya danusandina di navbera aliyan de bête encamdan. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste peywendî û danustandina berdewam li gel hemû aliyan da hebê.

Li civînê de pêvajoya siyasiya navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal jî hate guftûgokirin.

Fuad Husên

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

13.02.2014

Back to top button