Polîtîk

Barzanî û Ebdulmehdî rewşa emniya Iraqê nirxandin

Êvariya îro pênçşem 05.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî serkirdeyê li Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê û Muwesin El Hekîm kir.

Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emniya Iraqê bi giştî û Bexda bi taybetî û her wiha ew bandorên li encama xerapa pêvajoya emniya Iraqê têne holê hate nirxandin. Her wiha behsa birêveçûna pêvajoya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û derencamên wê kirin ku biryare li dawiya meha çara sala pêş de bête encamdan.

Rewşa herêmayetî û qeyranê siyasiyên navçeyê û paşaroja Iraqa Federal ew mijar bûn ku li vê hevdîtinê de hatin axaftin. Li vê civînê de tekez jî li ser ewe kirin ku runiştin û raguhertinên her dû aliyan ya bi navê peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo paşaroja Iraqê berdewam bibê.

 

Back to top button