DosyaNivîsar

Barzanî siyaseteke rast li gorey kawdanên demê xwe meşandine

Niviskar Idris Said,  bersiva pirsa Rojevakurd da û got: PDKê bi serokatiya Barzaniyê nemir û serok Masûd Barzanî siyaseteke rast li gorey kawdanên demê xwe meşandine,Pirs:“Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?” Bersiv: Li pêşiyê sopas ji Rojevakurd re ku ev dosiye vekiriye û derfet daye me ku em li ser mijareke weha giring nêrînên xwe pêşkeş bikin.Gelê kurd baş dizane ku eve 100 sale ax u welatê me bêy xwasteka me li ser çar dewletan hatiye perçekirin û divan 100 salan de her tiştê ji destê van dewletan  hatibe dergheqa  gelê me de xwe nedayne paş û bi hemû imkanên xwe hewla qirkirin û jinavbirna me daye, li hember vê zilm û zoriyê gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi riya gelek şoreş û serhildana, ji bo parastina hebûna xwe,  li berxwe daye, lê eger em bi hûrî li encamên şoreş û serheldanên gelê xwe rabiwestin wê ji me re rastiyek zelal bibe û ew jî ewe ku bitinê li Kurdistana başûr bi rêberiya PDKê û serkêşiya Barzaniyê nemir û serok Mesûd Barzanî gelê me armancên xwe yên demkî bidestve anîne, anku dema PDK dirûşmê otonomî hilday bi rêkeftiname li 11 adara 1970 ev diruşme cî bi cî bû û li sala 1992 sistema fedralizim hat ragehandin  û li sala 2005 di destorê Îraqa fedral de hat pejrandin.Bi vî away xuya dibe ku PDKê bi serokatiya Barzaniyê nemir û serok Masûd Barzanî siyaseteke rast li gorey kawdanên demê xwe meşandine, beruvajî tev part û saziyên din ku hineke ji  wan ji projê dewletê destpêkirin lê bi tuneyê razîbûn.Îro jî dema serok Masûd pirojê refrendom û ragehandina dewleta Kurdistan dike armanca xebata xwe, li pêşiya her tiştî baweriyê dide me jiber ku siyasetmedareké reyaliste û ticarî bazirganî bi doza gelê xwe nekiriye û nake, dore jî meriv hest dike ku kar ji vî pirojey re hatiye kirin, mîna xweseriya aborî, berfirehbûna peywendiyên diplomasî li ser astê zêde bilind û a ji hemiyê giringtir ew siyaseta tolerans, nerim, aştîxwaz û firerengî ya serok Barzanî li Kurdistanê dimeşîne ku Cihana azad bi çavê rêzê lê dinêre.Lê ji bona ku ev piroje bêtir serbigre û dijminên gelê me nikaribin astengan li pêşiyê çébikin, pêtviye nav mala kurd bê rêkxistinkirin û aştiyeke sertaserî cihgîr bibe û damûdezgehên hikûmeta Kurdistanê bên ektivkirin. Ev dawî firseta me ye eger ji dest çû hemû xewnên me jî bi xwe re dibe.Idris Said

Back to top button