CivakPolîtîk

Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Asimilasyon Kiryarek Dijê Mirovahiyê ye, Bila Kurdî Bibe Zimanê FermîLijna Karger Partiya Sosyalîst a Kurdistan di civîna xwe ya ku di 25 İlon 2016an de li Dêrsimê civand, rewşa siyasi ya navxwe û der nirxand û biyar da ku encamnameya jêrî, pêşkeşê çapemenî û raya giştî bike.Piştê hewldana derbeya 15 Temmuzê , operasyonên dest bi serda girtinê, girtin û ji kar dûrxistinê berdewam e.Rewşa Awerte (OHAL), ku bi hinceta paqijkirina dewletê ji derbekaran ji aliyê hikumetêve hat ragihandin, ber bi sistemeke eskerî ve diçe.Biryarnameyên di Hukmê Kanun de (KHK) bûye pergala bêwatekirina parlementoyê, puçkirina demokrasiyê û binpêkirina nirxên bingehîn yên hiquqê.Hikumetê, bi destnişan kirina kayyumê li ser 24 şaredariyên BDPê ve, aliyêk ve iradeya gel binpê dike, ji alî din ve jî kriza siyasî û civakî kurtir dike.ketina artêşa Tirk ligel şervanên Artişa Azad ya Suriyê (ÖSO), Cerablusê, Tirkiyê ber bi tarîtîyê ve dikişîne.Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bang dike ku;Hikumeta AKPê devjê siyaseta hanê berde, ku rewşa Tirkiyê aloztir dike, Tirkiyê ber bi tarîtiyê û nezelaliyê ve dibe,Dest bi serda gırtina ronakbîr, rojnamevan, akademiker, siyasetmedar û siyaseta Makarttiyê bi dawî bine.Li Kurdistanê 12 hezar mamosteyan, ku ji kar hatine dur xistinê, vegerîne ser karê xwe.Bi Biryanameyên di Hukmê Kanunan ve dengê mixalefetê nefetisîne.Ciyê ku dema Rewşa Awerte dirêj bike, demêk zu wê betal bike.Belê, çareserî ne KHK û ne jî OHAL e, çareserî demokrasi û azadi ye.Ji alî din ve dema nû ya perwerdeyê despê dike. Wateya vê ev e ku wê bi milyonan zarokên Kurd carek dinê rû bi rûye sistemeke nijadperest û inkarok û çerxa asimilasyonê bibin.Bi gor Partiya Sosyalist Kurdistanê, asimilasyon wek kiryarek dijê mirovahiyê ye.Ji ber vê, PSK bangê hikumetê dike ku sistema perwerdehiyê ya tekparêz bi sistemek demokratik, pilural û pirzimanî re biguhurîne.Ji bo ku Kurdî di warê perwerdeyê û kar û barê dewletê da bibe zimanê fermî, gavan bavêje.Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkeri ji Cerablusê paş ve bikişîne, bi Kurdên Suriyê re têkeve diyaloxê, pêwendiyên baş deyne.Li ali din PSK, helwesta PYD/YPG ya zordestî li hember partiyên din bifikar e û bi tundi şermezar dike. PSK radigihîne ku ew li hember her cure zordarî, tehda û şentajan, piştgiriya hêzên neteweyî yên Kurd li Suriyê dike.26 Îlon 16Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Back to top button