Polîtîk

Barzanî: Proseya Hilbijartina Kurdistanê serkeftî bû

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo bi dawî hatina serkeftiyaneya proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li xelkê serbilindê Kurdistanê û aliyên siyasî û hemû hemwelatiyên Iraqê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Li sayeya canfedayî ya şehîdên me û qurbanîdan û xweragiriya gelê me, me karî bigihîn wê rojê gelê me azadane mumareseya demokrasiyê bike. Spasiya xwe ya taybetî pêşkêşî hêzên emnî û polîs û aliyên peywendîdaran dikim ku newestabûnê ve erkê parastina hemwelatiyan û proseya hilbijartinê bi cîh gihandin.

Beşdariya bi pir coşiya hemwelatiyên azîz ya li vê hilbijartinê da cihê xweşhaliye û hêvî û hêza zêdetir dibexşê me hemû aliyek bo ku bi hemû şiyanek ve xizmeta gel û nîştîman bikîn. Hilbijartinên 30 nîsan bi çavdêriya xelkê biyanî û çavdêrên navdewletî û rêxistinên nehikûmî û serbixweyî piroseyekî serkeftî bûye û hêvîdarim encamên wê ji bo me gelê me bi xêr û xweşiyê be û bibê sedema zêdetir pêşveçûna demokrasî û geşbûn û vebûna li Herêma Kurdistanê.

Encamê hilbijartin her çi be girîng eweye carekî din gelê me daxwaza xwe ya ji bo çespandina demokrasiyê ragihand. Her bi vê helkeftê daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên beşdarbuyên hilbijartinê dikim bi ruhekî nîştîmanperwer û berpirsane muamele li gel encaman bikin ku bi fermî ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve tê ragihandin û girêdayî biryara gel bin. Hêvîdarim ev hilbijartin û encamên wê handerek bê ji bo wê yekê ku aliyên siyasî li qonaxên pêşde bi birayetî û tebayî bi pêkve kar bikin û berjewendiya neteweyî û nîştîmanî bixin ser rûyê hemû berjewendiyekî din.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.05.2014

 

 

Back to top button