Barzanî Pêwîste li Iraqê serjimêrî bê encamdan

Êvariya îro sêşem 19.11.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett H. McGurk Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê karubarê Iraq û şanda li gel kir.
Li vê hevdîtinê de Brett H. McGurk xweşhaliya xwe bi vê hevdîtina derbirî û di derbarê kirdara terorîstiya 29 ê eylulê li Hewlêr hevxemiya xwe bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand. Her wiha ji bo serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir.
Her li vê hevdîtinê de Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê karubarê Iraqê behsa rola Serok Barzanî kir ya berev pêşbirina peywendiyan û dirustkirina pira peywendiya li gel welatên navçeyê û serdana Serok Barzanî ya Diyarbekir bi serdanekî dîrokî wesif kir.
Di derbarê rewşa Iraqê jî Şêwirmendê Cîgirê Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê karubarê Iraqê xweşhaliya xwe ji bo çareseriya kêşeya yasaya hilbijartinên Iraqê derbirî û hêvî xwest hemahengî û hevkariya hemû aliyek ji bo çareserkirina pêşhatan berdewam bibe.
Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan, ragihand ku kêşeya serekiya li ber yasaya hilbijartinê û yasaya budçeyê, nebûna serjimêriyekî hur û bawer pêkirî û pêwîste ew serjimêrî bê encamdan. Behs kirina rewşa navçeyê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.