Serok behsa pêşwaziya ciwanên Kurdistanê kir
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî piştî vegeriya Kurdistana Başûr di civînekî de behsa seredana xwe ya Diyarbekir û Kurdistana Bakur kir. Barzanî bi serdana xwe gelekî dilxweş bû.
Serokê Kurdistanê serdanan xwe û helwesta serokwezîrê Tirkiye wek destkevtiyekî nirxand . Serokê Kurdistanê behsa pêşwaziya gelê Kurdistana Bakur kir û got: Dema min alayê Kurdistanê di destê ciwanên cilû bergê Kurdî li xwe kirîn dît ez gelekî dilşad bûm. Îro eger li Diyarbekir Alaya Kurdistanê bê rakirin ev ne tiştekî hindike û gelekî girînge.
Herweha Barzanî behsa oxirkirina xwe ji silopî kir û da xuyakirin ku ew wê ji bîr nake. Gencên Kurdistanê bi alayên Kurdistanê bi hemî cihekî pêşwazî kirin û cardin bi alaya Kurdisyanê xwedanhafizî kirin.
Wek tê zanîn dema Barzanî gihat Diyarbekirê Tevgera Ciwanên Kurdistanê girsehî bi cilûbergên kurdî û rakirina alaya Kurdistanê pêşwaziya serokê Kurdistanê kirin.
Herweha Tevgera Ciwanan bi zêdeyî 2000 kesan li ber otela ku serok lê dima xwepêşandanek pêkanîn.
Dema serok vegeriya Başûr li Silopî Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi organîzeyek mezin li ser rêya Xabûr hatin pêşiya serok û oxira wan bi xêr kirin.