Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Prof. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Tevgera Îslamî ya Kurd û şandekî li gel kir ku ji Dr. Merîwan Ehmed Reşîd Serokê Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Husên Necmedîn Resul Serokê Desteya Bilinda Kargêriya Tevgera Îslamiya Kurd her wiha û şandekî hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Tevgera Îslamiya Kurd pêkhatibûn.Li hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin û Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman behsa rola Pêşmerge ya li berperçdana terorîstan û parastina Kurdistan û cîhanê kirin û ji bo wan serkeftinên li beranber terorîstan bi dest anîne destxweşiyê jî li serkirdayetiya Kurdistanê kirin.Her li vê kombûnê da behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê kirin û tekez jî li ser hewla hemû aliyek ya ji bo rûbirûbûna hizra tundrewiyê kirin.Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê wê yekê dûpat kirin ku pêwîste kêşeyan bi sazan û aramiyê çareser bikin û bextewerî û aramiya hemwelatiyan jî bi girîng bê wergirtin.