Civîna her 5 aliyên siyasî yên sereke yên Başûrê Kurdistanê bo çareserkirina pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi dawî bû. Hat zanîn, aliyan lihev kirin ku pêkhate û partiyên din ên Kurdistanê jî di gotûbêjan de beşdar bin û nûner hebin.Endamê Polîtboruya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Mihemed Hekîm piştî bidawîhatina civînê di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Îro têgihîştinek baş di navbera her 5 aliyan de çê bû û hemû aliyan ragihandin çareserkirina wê pirsê pêwîstî bi gotûbêj û civînên zêdetir heye.”Mihemed Hekîm got: “Aliyên beşdarbû di civînê de di wê baweriyê de bûn ku ji bo lihevkirinê, wan pêwîstî bi demeke zêdetir heye.”Hekîm derbarê encamên civînê de jî aşkere kir: “Hemû aliyan lihev kirin ku her yek ji pêkhateyên tirkman, aşûrî, kild û suryan di civînên dahatî de nûnerek hebin. Herwiha partiyên din ên siyasî yên li Kurdistanê jî bi hev re, nûnerek di civînan de hebin.”Endamê Polîtboruya Komela Îslamî ya Kurdistanê herwiha tekez kir: “Di nêzîktirîn dem de civîna din dê were lidarxistin.”Piştî ku her 5 aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê (PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel) li ser pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê negihîştin ti encamekê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê navbenkarî kir û pêşniyar kir, odeyeke operasyonê bo lihevkirina wan partiyan li ser pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê were sazkirin.Her 4 aliyên din ên Başûrê Kurdistanê bi wê pêşniyara Yekgirtûyê razî bûn û ew odeya operasyonê hat avakirin û heta niha du civîn li Hewlêr û Silêmaniyê bo gotûbêjkirin derbarê çareserkirina pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine encamdan.Yekem civîna wê odeya operasyonê li Hewlêrê û di roja 30ê Tîrmehê li baregeha Polîtboruya Yekgirtûyê hat lidarxistin.