Polîtîk

Barzanî: Mafê jinane li wekhevî û bexteweriyê de bijîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Tundutîjî bi hemû awayên xwe ve li dijî jinan kirdareke nemedenî û nemirovaneye û berevajiya bingehên jiyanê ye. Li wê civaka jin nekarê bi bextewerî bijî û li bin zext û çewsandin û tundutîjiya derûnî û bedenî û civakî da bê, eve tu demekî pêşketin û bexteweriya civakî pêknayne û rû û şîrazeya jiyana malbatê jî dikevê bin tehdîd û êrişê ve.

Hêvîdarim bîranîna roja cîhanî ya berengarbûna tundutîjiya li dijî jinan bibê derfetekî baş ku Hikûmet û rêxistinên civaka medenî û navendên medyayî û rewşenbîrî û em hemû aliyek bikarîn berev nehiştina tundutîjiya li dijî jinan hengavan bavêjîn û li vê rêyê de destkeftên kirdarî mîsoger bikîn.

Li welatê me de beşa serekiya berxwedanê, dijwarî û êş û janê li behra jinan ketiye û li rêya şoreş û azadîxwazî de qurbaniyeke zêde daye û mafê wane bi bextewerî û wekheviyê de bijîn û rêz li daxwazî û pêwîstiyên wan bê girtin. Erkê ser şanê me hemû kesane kar ji bo binyatnana civakek bikîn ku dûr bê ji hemû cûre zext û çewsandin û cûdakariya regezî û tundutîjiya li dijî jinan.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25.11.2013

Back to top button