Barzanî: Mafê çarenûs mafekê revayê gelê kurd e
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanala Elerebiye re çendîn mêjar û babetên girîng yên girêdayî bi Îraq û deverê şîrove kirin û got ku, ew mirovekê realîste û berpirsiyartiya ti tiştekî nagire ser milên xwe ku, nikaribe cîhbicîh bike.
Serokê Kurdistanê di beşek ji vê hevpeyvîna han de di derbarê meseleya cîgirê serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî de dibêje: du aliyên vê pirsê hene, aliyek siyasî û ya din jî dadweriye.
Serok Barzanî her di derbarê çaweniya çarese kirina pirsa Tariq Haşimî de diyar kiriye ku, ew weke serokê Kurdistanê alîgirê vê yekê bûye ku, Tariq Haşimî li Kerkûkê were mehkeme kirin, jiber ku, eger doza han li Kerkûkê bihata mehkemekirin eê demê çareserkirina kêşeya han jî gelek asan dibû, lê mixabin civata Dadwerîya Îraqê ev daxwaza han red kiriye.
Di bersifa pirsekê ya di derbarê pêşbîniyeke Serokê Kurdistanê ya li dor destpêkirina şerê navxweyî û tayêfî li Îraqê de piştî vekêşandina hêzên Amerîkayê, serok Barzanî got: ”Hêvî dikim ev pêşbîniya min pêk neyê.”
Serok Barzanî di dirêjahiya vê hevdîtina han de diyar kir ku, welatên cîran destêwerdana karûbarên navxwe yên Îraqê dikin û ev yek jî kêşeyên heyî aloztir dike: ” pêwîste kêşe û nakokiyên heyî yên li Îraqê bi dawî bibin û di birêvebirina welat û desthilatê de şeraketa rastîn zal bibe.”
Di derbarê meseleya kongreya nîştimanî ya Îraqê a ku, biryare bi mebesta çareserkirina kirêza siyasiya Îraqê di pêşerojê de were lidar xistin de jî, serok Barzanî diyar kir ku, eger ev kongreya han serkeftî nebe dê rewşa Îraqê aloztir bibe û encamên vê jî gelek tirajîk bin û vê demê jî pêwîste çend rêyên din werin cerbandin weke encamdana hilbijartinên pêşwext, yan jî bûna aliyek bi opozisyon.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku:
– Heta niha kurda yek parçeyiya axa Îraqê parastiye û nehevceye ku, em vê tiştê dûbare bikin. Jiber ku,pParlementoya Kurdistanê biryar daye ku, gelê Kurd bi Îraqeke fedral û demokratîk re bimîne, lê bi mercek ku, her kes û her alî girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê û çend prensîbên din yên sereke weke şeraketa rastîn û tawafiqê bin. Lê eger prensîbên han nehatin cîhbicîh kirin vê demê mafê gelê kurd heye ku, careke din daxwaz ji Parlementoya Kurdistanê bike daku, di derbarê mayîn yan jî cudabûn ji Îraqê re biryarek nû bistîne.
Barzanî balkêşand ser vê yekê ku, eger şer û pevçûnên curbicur li Îraqê dest pê bikin û kêşeyên heyî neyên çareserkirin vê demê Kurd bi ti awayî nabe beşek ji wan kêşeyan.
Di derbarê ragihandina dewleta kurdî de jî, serok Barzanî diyar kir ku, di vê derbarê de ti pêngavek bêyî lêkolîn navêjin û ”eger di vê derbarê de jî biryarek hate dayîn vê demê berpirsiyartiya vê jî em dixin stuya xwe.”
Serok Barzanî careke din diyar kir ku:
– Mafê çarenûs mafeke revayê gelê kurd e. Kurdistanê bêyî xwesteke gelê kurd hatiye dabeşkirin lewre ez piştgîriya ragihandina dewleta kurdî dikim, lê ne bi şêdetê belku bi rêya danûstandin û diyalogê.