Polîtîk

Barzanî li 2 rojan de li gel berpirsên 18 welatan civiya

Li berdewamiya hevdîtin û çalakiyên dîplomasiyên roja şemî 13.02.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya dûyemîn roja konferansa Asayîşa Munix 2016 da li gel hejmarek berpirs û kesayetiyên navçeyî û navdewletî re civiya.Berî nîvroya roja şemî 13.02.2016 li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Gjorge Ivanov Serokê Makedonyayê kir. Li hevdîtinê de Serokê Makedonya xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û her wiha behsa wan hevkariyan kir ku welatê wan pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û Serok Barzanî jî spasî hevkarî û piştevaniyên welatê Makedonya yên ji bo Herêma Kurdistanê kir.Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa şerê terorê kirin û Serokê Makedonya ji bilî balkişandina wê yekê ku hejmarek hemwelatiyên Makedonya û welatên Balkan li nav rêzên Da’îş dane, tekez li wê yekê kir ku teror metirsiyekî hevbeşe li ser hemû aliyan ji bo wê yekê pêwîste hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan bê berfirehtir kirin. Li vê hevdîtinê de her dû alî tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera xwe de yên li warên serbazî û aborî û danustandina zanyariyan kirin.Her li vê kombûnê da behsa berfirehtirkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan û serdana şanda bazirganî û siyasî û emnî ya li navbera her dû aliyan kir.Her heman roj Serok Barzanî li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix pêşwaziya Thomas Oppermann Serokê Grûpa Sosyal Demokratên li Parlemana Almanya kir. Li hevdîtinê de Serokê Grûpa Sosyal Demokratên li Parlemena Almanya behsa qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî ji bo serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê nîşanda û tekez li ser rola partiya xwe ya li piştgîrîkirina hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir. Her li vê civînê de rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û referandumê hate nirxandin.Wêstgehekî dinê çalakiyên dîplomasiyê ya Serok Barzanî kombûna li gel Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya Hevpeymaniya şerê dijî Da’îş bû. Li hevdîtinê de ku xanim Elissa Slotkins Cîgira Wezîrê Bergiriyê Amerîka amade bû, rewşa aborî û qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan. Nûnerê Taybetî yê Serok Obama wê yekê ji bo Serok Barzanî xisterû ku welatê wan li ber çav girtina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê nirxandina yarmetîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike. Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina Musilê nirxandin û li ser pirsên girîngên navçeyê tekez li ser berdewamiya hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.Her li dûyemîn roja konferansa Asayîşa Munix 2016 Serok Barzanî pêşwaziya Federica Mogherini Rêkxera Giştî ya Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa û şanda li gel kir. Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhat û guhertinên dawî guftûgo kirin û her wiha balkişand li ser biryar û derencamên kongreya Londonê ya di derbarê pirsa koçberan kir. Her li vê hevdîtinê de Rêkxera Giştî ya Siyaseta Derveya Ewrupa tekez li wê yekê kir ku li şerê dijî Da’îş da welatên Ewrupa li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de berdewam dibin.Li piştî vê hevdîtinê Serok Barzanî li gel Filippo Grandi Berpirsê Komîseriya Bilinda Penaberên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel civiya. Li kombûnê da Berpirsê Komîsariya Bilinda Penaberên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bilî balkişandina li ser ezmûna xwe ya destpêka salên nohtan ya sedsala bîstem ya li Kurdistanê ragihand ku bi başî şarezaya gelê Kurdistane û eve jî xisterû ku hemû hewlek dide bo ku yarmetiya penaber û koçberên li nav Herêma Kurdistanê bide. Rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û guhertin û pêşhatên siyasiyên dawî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.Her heman roj û li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Sameh Shoukry Wezîrê Derveyê Misir û şanda li gel civiya. Li vê kombûnê da rewşa siyasiya navçeyê û hereşeya terorîstên Da’îş û pêwîstiya hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Misir ya li rûbirûbûna terorê kirin ku dijminekî hevbeşê her dû aliyane. Li vê hevdîtinê de berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Misir xistin ber behs û guftûgoyan.Her wiha kombûna li gel Frank Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Almanya çalakiyekî dinê Serok Barzanî ya li duyem roja konferansa Asayîşa Munix 2016 bû û li kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya guftûgo kirin.Her êvariya roja şemî 13.02.2016 û li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 Serok Barzanî li gel Bob Corker Serokê Lîjneya Peywendiyên Derveyê Encûmena Pîranê(kongres) Amerîka civiya. Li hevdîtinê de behsa şerê Da’îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge kirin û her wiha di derbarê rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û yarmetîdana Amerîka ya hêzên Pêşmerge danustandina bîr û ramanan kirin. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serokê Lîjneya Peywendiyên Derveyê Encûmena Pîrên Amerîka tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kirin û balkişand li ser wê yekê ku li welatê wan da Pêşmerge navekî xweşdivî û bilinde.Serok Barzanî doh jî li gel Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Paolo Gentiloni, Wezîrê Derve yê Brîtanya, Philip Hammond, Şahê Urdinê, Ebdulla Kurê Hisên, Serokwezîrê Libnanê, Temam Selam, Wezîrê Derve yê Amerîka. John Kerry, Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Tirkiye, Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf civiya bû.

Back to top button