Cîhan

Swed pişgiriya prosesa serxwebûna Kurdistanê dike

Wezîra navxwe ya Swedê Margot Wallström, di parlementoya welatê xwe de axavtinek kir û behsa siyaseta derve ya Swed kir.Margot behsa Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî kir. Margot da xuyakirin ku zêdeyî 30 milyon kurd bê dewletin.Berderwamiya axavtina xwe de Margot Wallström got: Kurd li dijî terora DAÎŞê şerê herî mezin didin.Welatên Rojava arîkariyê dikin, lê Pêşmerge Kurdistanê diparêze û parastina sivilan dike.Margot behsa pirsa Filistinê kir û got: Ji berê pêde em pişgiriya gelê Filîstinê dikin, niha jî dem hatiye ku em minaqeşa Kurdistan a Azad bikin.Di derbarê Başûrê Kurdistanê de Margot da xuyakirin ku, eger şansê dewletbûnê li Kurdistana Iraqê hebê,prosesek dirêj jêre pîwîst e. Ev nexşeya Rojhilata Navin diguherê.Margot di dawiyê de got: Swed dixwaze kurd çarenûsa xwe bi xwe kifşbikin û pişgirya vê helwesta kurda dikin.

Back to top button