Cîhan

Cîhan soza arîkariya Kurdistanê dide Mesud Barzanî

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên diyar kir ku di tevahiya civînên Serok Barzanî û rayedarên cîhanê de, soza
alîkarîkirina Kurdistanê hatiye dayîn.
Derheqê naveroka hevdîtin û civînên şanda Kurdistanê bi serokatiya Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî bi lîder û rayedarên welatên biyanî yên
tevlî civîna Mûnîxê bûne, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên agahî da rojnamevanan ku di wan hevdîtin û civînan de, behsa şerê DAIŞê,
kirîza aborî, rewşa penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê ne û mijarên pêwendîdar hatine kirin û got, rayedarên Ewropî soza wê yekê dan ku kirîza
aborî ya Kurdistanê û alîkarîkirina Pêşmerge bixin rojeva Yekitiya Ewropayê.
Wî endamê şanda Kurdistanê di civîna Mûnîxê de her wiha got, lîder û rayedarên Ewropî soz dan ku alîkarîkirina Pêşmerge pir ciddî bigirin û him di nav xwe de him jî di çarçoveya Yekitiya Ewropayê de girîngiyê bidinê.
Derheqê naveroka hevdîtina Barzanî bi rayedarên Almanya re jî Fuad Husên got, emê îro bi Partiya Sosyal Demokrat û Wezîrê Derve yê Almanya re jî rûnên. Emê bi wan re jî li ser rewşa Kurdistanê bi taybet kirîza aborî gotûbêj
bikin.
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê li ser naveroka gotara Barzanî di civîna Mûnîxê de, jî got, Serok Barzanî di gotara xwe de dê behsa rewşa
Kurdistanê, şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di wî şerî de bike.
Back to top button