CîhanCivakPolîtîk

Barzanî gihişt Enqere

Di serdaneke fermî de Serokê Herêma Kuridtanê Masûd Barzanî giheşte Tirkiyê û li fiokxaneya Enqerê ji aliyê rayedar û berpirsên Tirkiyê hate pêşwazî kirin.Li gor zanyariyên ku bi dest K24ê ketine, di vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dicive û komek ji pirs û babetên siyasî yên navçeyên guftûgo dikin.Herwiha Serok Barzanî di çarçoveya vê serdanê de jî ligel şandeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dicive.Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku, dibe Barzanî di serdana xwe ji Enqerê re bi Cîgirê Serokê Amerêka Joe Biden re jî bicive, ku biryar e Biden sibe bo gotûbêjkirina dosya Fethula Gulen serdana Tirkiyê bike.https://youtu.be/dO06elAWvOE  

Back to top button