Barzanî ji bo çarenûsa kurdan serdana Tirkiyê dike

Endamê Rêveberiya PDK’ê Elî Ewnî li ser serdana Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyê axivî. Ewnî destnîşan kir ku Barzanî ji bo çarenûsa gelê kurd serdana Tirkiye û Ewropayê dike. Herwekî tê zanîn Serokê Rêvebriya Herêma Kurdistanê(RHK) Mesûd Barzanî, dê îro serdana Tirkiyê bike û piştî ku bi rayedarên Enqerê re hevdîtin kir dê serdana Ewropayê bike û bi rayedarên Ewropayî re bicive.Di derheqê armanca serdana Barzanî de, Endamê Rêveberiya PDK’ê Elî Ewnî ji BasNewsê re got; “hêdî hêdî yarî ron dibin û bere diyar dibin. Bereya Îran, Rûsya û Tirkiyê û bereya Iraqê, bereya “Kesk” û “Nîlî” jî ron dibe. Li aliyê din jî bereya Ewropa û sunniyan zelal dibe.Rojhilata Navîn dibe du bere ji ber wê jî divê em xwe amade bikin û bi wan bidin zanîn ku hebûna dewleta Kurdistanê ziyanê nade tu kesî û dê aramiya deverê zêdetir were parastin. Berovajî, nebûna dewleta Kurdistanê dê sebeba çêbûna valahiya ewlehiyê be. Ev, yek ji peyamên girîng ên Barzanî ye di van hevdîtinan de.”Li ser serdana Barzayî ya ji bo Tirkiyê Ewnî: Yek ji sedemên girîng ên serdana Barzanî bo Tirkiyê ew e ku Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê(DYA) Joe Biden jî diçe Tirkiyê. Joe Biden yek ji wan rayedaran e ku bi eşkere behsa parçebûna Iraqê dike. Helbet dê behsa azadkirina Mûsilê jî were kirin. Heta kurd çarenivîsa xwe nezane tevlî tu hevpeymanî û bereyekê nabe.Barzanî hilgirê doza kurd e û di hemû hevdîtin û civînan de gotin û pêşniyarên xwe hebûye.” Ewnî diyar kir ku Usame Nucêfî, ku mezinekî erebên sunnî û xelkê Mûsilê ye, çûye Tirkiyê. Peywendiyên Nucêfî û Tirkiyê dîrokî ne ji ber wê ewê jî tevlî gotûbêjên Mûsilê bibin.Herwiha li gorî Ewnî divê Mûsil bibe 3 bajarên cuda û dabeşkirina van her sê bajaran weke Deşta Ninova, Şengal û Mûsilê bin.

Nerîna min :