Nîçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Katrina Redz berpirsa Xaca Sor a navdewletî li Îraqê û Danial Monoz berpirsa ofîsa Xaca Sor li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de, şandeya Xaca Sor a navdewletî behsa rewşa aloza Îraqê bi giştî û rol û qurbanîdanên Pêşmerge li hember gef û metrisiyên terorê kir û sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji sala 1991ê were têkeliyên baş û xurt digel rêxistina wan hene û hevdîtinên bi vî awayî jî ji bona zêdetir xurtkirina têkeliyan di hemû waran de û gotûbêjkirina pirsên peywendîdar bi giringî wesif kirin.Şandeya mêvan behsa xebat û çalakiyên rêxistina xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê kir û di vê çarçoveyê de tekîd li ser wê yekê kir ku Xaca Sor a navdewletî li ser karkirin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di hemû waran de û bi taybetî di warên mirovî û saxlemiyê de berdewam dibe. Hat eşkere kirin ku xaca Sor a navdewletî dê senterk dest û lingên destkird li Herêma Kurdistanî veke û paşî teslîmî Wezareta Saxlemiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan, rol, erk û mandîbûna kêmîteya Xaca Sor a navdewletî li Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û têkeliyên saxlemên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komîteya Xaca Sor a navdewletî kir. Barzaî ji şandeya mêvan re behsa gefên rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin weke; şerê dijî terorîstên DAÎŞê, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê û kirîza êkonomî kir.Di civînê de behsa pirosesa azadkirina bajarê Mûsilê û koçberbûna hijmareke zêdetir ya hevwelatiyên wî bajarî bo Herêma Kurdistanê kir û her du alî hevbîr bûn ku divê amadekarî ji bo pêşwazîkirin û hewandina wan koçberêna bê kirin û aliyên navdewletî û navxweyî jî di vê çarçoveyê de hevkar û alîkar bin, jiber ku hatina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan ji îmkanên Herêma Kurdistanê zêdetire.Damezrandina komîteyek taybet bi yasayên navdewletiyên mirovî di civînê de hat behis kirin ku ew komîteye ji nêzîk digel komîteya Xaca Sor ya navdewletî kar li ser misogerkirina bicîkirina bingehên yasayên navdewletiyên mirovî di dema ceng û pevçûnan de bike û ev pirs li zanîngehan bê xwandin.