Polîtîk

Barzanî: Ez amade me şer ji bo bidestxistina mafên jinan bikim

Ji bona ku ji nêzîkve haydarî rewş û pirsên jinan bibe,  doh şemîyê 05/02/2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê digel hejmarek rêxistin û çalakvanên warê mafên jinan civiya.

Amadebûyên civînê çend zanyariyek li ser wan pirsên ku rûbirûyê rêxistin û çalakvanên warê mafê jinan dibin berçav kirin. Sebaret bi beşdariya rasteqîneya jinan di siyasetê de,  peydakirina derfetên karî di projeyê taybet de û dozîna mekanîzmek ji bo komkirina hinek li tuwêjên civak û çareserkirina pirsgirêkên civakî bi rêya yasa û dadgehan de, nûnerên rêxistin û çalakvanên parastina mafê jinan komek daxwaziyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Serok Barzanî digel bilindnirxandina rola jinan di civaka Kurdistanê da, tekez li wê yekê jî kir ku wî hurmeteke mezin ji rola jinên Kurdistanê re heye. Barazanî diyar kir ku şoreşa mezina Îlonê bi bi alîkariya jinan birêve diçû û got:

           Erkê jinan di wê şoreşê da ji rola Pêşmerge zêdetir bû, ew hem xêzan, hem nander bû û hem jî zarokên xwe bi hizrûbîrên netewiya dirust  perwerde dikirin. Di dema bombebaranan jî de, ji bo ku wan biparêze, wê zarokên xwe digihande  şikeftan. Jiber vê yekê jî nifşê niha perwerdeyê wan afretan e. Ez herdem digel mafê jinan im û beşek ji xebata me jî ji bo wê yekê bûye ku jin bigihe mafên rewayên xwe û amade me şer ji bo bidestxistina mafên wan bikim û tu hêzek jî tûne bi keyfa xwe êrîşa jinan bike. Di vê herêmê da yasa serwere û pêwîste hemû pirs bi rêya wan yasayan bihêne çareserkirin.

Back to top button