Kultur

2010: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine


Cemil Oguz

Wekî her salê di sala 2010’an de jî weşanxaneyên kurdan ketin nav hewldanê û pirtûkên nû li pirtûkxaneya kurdî zêde kirin. Karê me jî ew e ku em wan bibîr bixin, yên ku nexwendibin careke din nîşan û pêşniyarê wan bikin.

Helbet îsal jî gelek pirtûkên hêja hatin weşandin. Soneyên Shakespeare, wergera romana Yaşar Kemal, “Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de”, “Kurdên Almanyayê” hin ji wan in lê ji ber gelek aliyan xwe me “Di xewnana de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” kir “Pirtûka Salê”*. Divê em bibêjin ku îsal gelek pirtûkên ku divê mirov bikire û bixwîne derketine.

Tenê çend heb be jî lîstiya hin weşanxaneyan negihîşt ber destê me lê bi lîsteya heyî jî em dikarin bi rehetî bibêjin ku îsal jî weşangeriya kurdî bi têra xwe pirtûk weşandine: 115 heb. Ji van Weşanên Lîsê bi 21 pirtûkên weşandî rêza yekemîn bi dest xistiye û dûre Weşanên Avesta (17 pirtûk) û Do bi 16 pirtûkan tên.

Yek ji aliyên balkêş jî îsal ji her salê zêdetir “Mem û Zîn”ên nû hatine weşandin ku Avesta 2, Nûbiharê jî 2 heb çap kirin,

Ji salên borî yek ji xala ku zêdetir balê dikişîne jî hejmara pirtûkên wergerê ye. Di vî warî de Weşanên Lîs ji wêjeya cîhanê bi giştî 10 pirtûk li kurdî wergerandin û pêşkêş kirin. Di nav wan de Soneyên Shakespeare ku li dinyayê navdar e bi wergera helbestvan û wergêr Kawa Nemir balê dikişîne.
Wekî salên borî (par 15 pirtûkên helbestan) îsal jî bi 21 pirtûkan helbest di nav cureyên wêjeyê de li pêş e. Piştî helbestê 16 çîrok, 13 roman ketine rêzê.

Yek ji xala ku derketiye pêş jî amadekirina ferhengan e ku 5 ferhengên cur bi cur xwe gihandine ber destê xwendevanan.

Piştî van agahiyan vaye lîsteya pirtûkên bi kurdî yên di sala 2010’an de hatine weşandin**:

Weşanên Aram:

1- Amedê / Tewfîq Hêja / Helbest
2- Jan bûne nepenî / Hayrettin Ekinci / Helbest
3- Kîşwera Pêncemîn / Zekî Kayar / Helbest
4- Rêwiyê Evînê / Hamit Adiman / Helbest

Weşanên Ava:

1- Rêwî / Azad Zal/ Helbest
2- Kuçeçîrok / Ronî / Çîrok
3- Sûka Mirinê / Mehmet DEVÎREN / Helbest
4- Gulistana Sîpan / Sîpan XIZAN / Helbest
5- Xunava Payizê / Amadekar: Nurullah Akan / Helbest

Weşanên Avesta:

1- Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de / Vladimir Minorsky / Wergera ji ingilîzî: Emîn Narozî / Lêkolîn
2- Parîsabad / Fawaz Husên / Çîrok
3- Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim / Séchu Sende / Mîzah
4- Nara / Mehmet Dicle / Weşanên Avesta / Çîrok
5- Bîhoka li pişt sînor / Arjen Arî / Çîrok
6- Kewên birçî / İsmail Dindar / Çîrok
7- Pirça winda / Mehmet Şarman / Çîrok
8- Şapînoz / Enwer Karahan / Roman
 9- Mem û Zîn (Kurdî-Tirkî) Kadri Yildirim (2 versiyon)
10- Mem û Zîn (Şirove û Kurdiya Îro) Jan Dost (2 versiyon)
11- Kilam&Stranên Kurdî (Cild 1) / Cewad Merwanî / Muzîk
12- Kilam&Stranen Kurdî (Cild 2)) Cewad Merwanî / Muzîk
13- Kassandra / Sileman Demir
14- Bingehen Gramera Kurdmanci / Celadet Ali Bedirxan / Ziman
15- Bîra Birînê / Fatma Savci / Helbest
16- Caryek Esman bi Şûn de / Seyhmus Dagtekin / Wergera ji fransizî: Sacha Ilitch
17- Kurmancî (1-40, havîn 1987 – bihar 2007) / Rojnameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê / Rojname

Weşanên Belge***:
1- Salnameya Ehmedê Xanî / Amadekar:   Nihat Giltekin, Bahar Gultekin û Mehmet Gultekin

Weşanên Belkî:

1- Beytik / Yeqîn H. / Helbest
2- A Baş / Bahoz Baran / Çîrok
3- Ronahî / Mîr Celadet Alî Bedir-Xan / Dîrok-arşîv
4- Ferhengok Kurdî-Tirkî / Amadekar: Asya Genim / Ziman

Weşanên Do:

1- Keştiya Penaberan / Arşêvê Oskan / Roman
2- Xewnistan / Arşêvê Oskan / Helbest
3- Destegul / Medenî Ferho / Helbest
4- Dora bacinê bi dar e / Medenî Ferho / Roman
5- Çîroka me / Medenî Ferho / Roman
6- Siya dema borî / Fêrgîn Melîk Aykoç / Roman
7- Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî / Yusuf Kaynak / Biyografî
8- Ji Devê Mehemedê Goçkar / Hîlmî Akyol / Çîrok-Folklor
9- Çîrokên Heywanan / Hîlmî Akyol / Çîrok-Folklor
10- Serpêhatiyên Gencînegeran / Hîlmî Akyol / Çîrok-Folklor
11- Firingî firîn / Hîlmî Akyol / Çîrok-Folklor
12- Ji zargotina Kurdî / Hîlmî Akyol / Çîrok-Folklor
13- Roja Pîroz / Hîlmî Akyol / Helbest
14- Şev Bajar û Gulperî / Robîn Şerna / Helbest
15- Hêvî Her Dem Heye-2 / Hesen Huseyîn Denîz / Roman
16 – Tariya Bi Tav / Gulgeş Deryaspî / Roman

Weşanên Doz:
1- Evîna Welat / Necatî Onur / Helbest
2- Tenê Mame / Şeyh Mehmet Kulaksiz / Helbest
3- Bûka Baranê / Abdulkadir Kizilkaya / Vegotin
4- Çend Peyam / Omer  Ozmen / Gotar
5- Desteyek ji çîroka jiyana min / Mehmûd Yeşîl / Bîranîn

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê:
1- Ferhengî Kurdistan / Gîwî Mukriyanî / Kurdî-Kurdî (Soranî-Ferheng) / Amadekar: Enstîtuya Kurdî ya Amedê
2- Ferhenga Aboriyê / Huseyîn Denîz / Kurdî-Tirkî- Îngilîzî / Ferheng
3- Luya Rîsîyaye û Ap Elî / Mehmud Nêşîte / Fistanikê qey tûtan
4- Biza Kole Asnawî Kena / Mehmud Nêşîte / Fistanikê qey tûtan
5- Qehremaniya Vîta Zingure / Mehmud Nêşîte Fistanikê qey tûtan
6- Sebra Zarokan / Elîf Gemîcîoglu / Çîrok
7- Mesail-i Mûhîme-i Kurdistan / Mele kerem Soylu / Osmanî-Tirkî (belgewarî)

Weşanên Lîs:
1- Soneyên Shakespeare / Shakespeare / Werger: Kawa Nemir / Sone
2- Tîtirwask / Yaşar Kemal / Werger: Brahîm Ronîzêr / Roman
3-  KURD (Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd) / O.L.Vilcheviskj / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn
4- Êzdiyatî (Oleke Hê Jî Nenaskirî) / Tosinê Reşîd / Lêkolînên
5- Dara Pelweşiyayî / Bavê Nazê / Roman
6- Otobês / Yunus Eroglu / Roman
7- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî / Şener Ozmen / Roman
8- Cewherên Kurdî / Xelîlê Çaçan / Çîrok
9- Mirin Di Xewê De Bû – Bêpar / Cuma Boynukara / Werge: Rêzan Tovjîn, Lal Laleş, Fehim Işik / Şano
10- Adat û Rusûmatnameya Ekradiye / Mele Mahmûdê Bazîdî
11- Cami’eya Risaleyan û Hikayatan bi zimanê kurmancî / Mele Mahmûdê Bazîdî
13- Ew xanima henê / Hesen Silêvanî
14- Hetîketî / J. M. Coetzee / Roman / Werger: Yunus Eroglu
15- Mişk û mirov / John Steinbeck / Roman / Werger: Xalis Xerzan
16- Û çiya jî dinalin / Omer Dewran / Roman
17- Varjabed / Amed Çeko Jiyan / Roman
18- Veguherîn / Franz Kafka / Roman / Werger: Fatih Aydin
19- Yadaşt / Refîk Hilmi / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn
20- Girava Qencîneyê / R.L. Stvenson / Werger: Bilal Çelik / Roman
21- Serpêhatiyên Ulysses / Charles Lamb / Werger: Sami Hêzil

Weşanên Nûbiharê:

1- Adat û Rusûmatnameê Ekradiye / Mela Mehmûdê Beyazîdî / Amadekar: Jan Dost / Lêkolîn
2- Ferhenga Çapemeniya Kurdî / Osman Aslanoglu / Ferheng
3- Hebana Berxvan / Raîfê Bêçar / Helbest
4- Ferhenga Kurdistanî / Elî Ekber Kurdistanî / Amadekar: Jan Dost / Ferheng
5- Dîwana Melayê Cizîrî / Amadekar: Selman Dilovan
6- Mem û Zîn / Ehmedê Xanî / Amadekar: Huseyn Şemrexî
7- Mem û Zîn / Ehmedê Xanî / Lêkolîn û şirove: Ferwîz Cîhanî
8- Qiseyên pêxember / Ebu’l Hesen en-Nedwî / Werger: Mela Muhemmed Bêrkevanî
9- Vateyê qijkekî / Bedîuzeman Seîdê Nûrsî / Tadayox: Serdar Bedirxan
10- Siltan Selaheddînê Eyûbî / Emîn Heyderî / Dîrok
11- Mela Huseynê Bateyî (jiyan û berhemên wî) / Lêkolîn: M. Xalid Sadînî
12- Nûra qelban – Tefsîra Quranê / Mela Mihemed Şoşikî
13- Rîyad’S Salihîn (baxên qencan) / Îmamê Newewî / Werger: Mele Salihê Dihê

Weşanên Pêrî
1- Nîvê Şevê / Cîhan Yildirim / Çîrok
2- Elîfba / Yaşar Aratemur / Alfabe
3- Kendalên Kevanên Min / Zerdo Ozturk / Pexşan
4- Helbestên Bêdeng / Huseyîn Şahîn Baz / Helbest

Weşanên Ronahî:

1- Kurdên Almanyayê / Zekî Ozmen / Lêkolîn
2- Bendewarên Adarê / Mihemed Ronahî / Roman
3- Mestûre / Tosinê Reşîd / Roman
4- Kîraze / Solmaz Kamuran / Werger: Mehmed Dehsiwar / Roman
5- Kulmke Morîkên Şînbirik / Eyub Guven / Roman
6- Labîrenta Evîna / Mehmet Çakmak / Çîrok
 
Weşanen Vate:
1- Sanikê Vateyî / Vistanikê Kovarey Vate / Fistarikî
2- Nika wextê huyayîşî yo / Vistanikê Kovarey Vate / Fistanikî
3- Soro / Deniz Gunduz / Roman
4- Dêrsim, Raywanî Û Cografya/ Andranîk
5- Estanikanê Gimgimî Ra-Dêvo Kor / Arêkerdox: Huseyîn Ballikaya / Folklor
6-Teberik / Alî Aydin Çîçek /

Weşanên Welat:
1- Karwanê Azadiyê / Omer Yaman / Roman
2- Niqutî dilê min / Rêşad Sorgul / Roman
3- Tîrêjên rojê / Riyad Ahmed / Helbest
4- Ferhengok / Azadiya Welat / Ferhenga destan

Weşanên Zanîngeh:

1- Dilazad / A.Ramazan Turgut / Helbest

* Ji bo “Pirtûka Salê” binêrin: 2010: Di nav kurdî de pirtûka salê ev e
** Lîste li gor alfabeya sernavên weşanxaneyan hatiye rêzkirin. Ger weşanxaneyeke me pirtûkên wan kêm nivîsandibin, yan jî nav-beşa wan şaş nivîsandibe hebe bila xêra xwe me agahdar bike. Di amadekirina lîsteyê de me tenê pirtûkên ku li Tirkiyeyê û bajarên kurdan ên bi tîpên latînî hatine weşandin dan ber hev.
***Weşanên Belge ne weşanxaneyeke kurdan e, lê pirtûkên nivîskarên kurd jî  çap dike. Belge, weşanxaneyeke ku bi tirkî pirtûkan çap dike. Ji ber ferhenga kurdî-tirkî di nav vê lîsteyê de cih girt.

Jêder: Dîyarname

Back to top button