CîhanPolîtîk

Barzani: Encama referandumê ne problem û metirsiye

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê ragihand ku nabê welatên dewrubera me tirsa wan ji referandûma gelê Kurdistanê hebê, ji ber ku bi dirêjahiya 26 salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê selmandiye ku sedema aramiye li navçeyê da û piştî referandûmê jî peywendiya me ya aborî û siyasî li gel wan bihêztir dibe.Ev gotinên Serok Barzanî li hevdîtineke rojnamevanî da hat ku roja pênçşem 03.08.2017 li Selaheddîn li gel hejmarek ji sernivîskarên çend rojnameyekî Kuweytî encam da.Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya axaftina xwe de behsa wan sedeman kir ku bûne sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê biryara encamdana referandûmê bide û li vî derbarî de balkişand li ser dû qonaxên li dîroka peywendiya gelê Kurdistanê û hikûmetên yek li dawiya yekên Iraqê. Qonaxa yekem li 1920 heta 2003 û qonaxa duyem jî li 2003 heta îro.Li vî derbarî de Serok Barzanî raygeyand: Li her dû qonaxan da biryar bû em hevbeş bîn, lê belê beşa me ji wê hevbeşiyê da ewe bû, ku 4500 gundên me wêran kirin, 182 hezar kesên me enfal kirin ku zêdetirê wan jin û zarok bûn, kîmyabarana Helebçe heta Zaxo, 12 hezar gencên Feylî li temenê 18 heta 30 salî û heşt hezar Barzanî. Li her dû qonaxan da me wekî xelkê Kurdistanê, ji bilî wan hemû karesatan, em amadebûn biçîn Bexda û rûpeleke nû vekîn û bi pêkve bi birayetî û demokratî bijîn, lê belê ewan me wek hevbeş qebûl nekirin.Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî 2003 û got: Li qonaxa duyem da jî me wekî xelkê Kurdistanê rolekî serekî li dariştin û pesendkirina destûra nû da dît, lê belê ewan destûrê binpêkirin û paşê jî bi nanbirîna xelkê Kurdistanê tawanekî mezin encam dan, ku niha tên behsa destûrê dikin û dibêjin referandûma Kurdistanê berevajiya destûre, lê belê rastiya wê eweye ku ew destûra ku wan binpêkir, her ew destûre rê bi xelkê Kurdistanê daye biryar li ser çarenûsa xwe bide.Serok Barzanî ragihand: Hîç gelêk nagihe armanca xwe eger ew bi xwe daxwaza wê neke, encamdana referandûmê jî biryara gelê Kurdistane û gel li ser rûyê partiyane û li bin hîç guvaşek da jî destberdarî wê mafê xwe nabê û ji wê biryarê paşvekêşiyê nake.Serok Barzanî tekez jî kir ku ezmûna me ya derbasbûyî selmandiye ku hikûmetên Iraqê gelê Kurdistanê wekî hevbeş qebul nakin û gelê Kurdistanê jî bindestî û pêvekiyê qebul nake. Niha ku şeraketa rasteqîne nehat dirust kirin, bila bibîne dû cîranên baş û rê li dirustbûna kêşeyên mezintir bigrîn. Li vî derbarî de Serok Barzanî tekez kir ku encamdana referandûmê metirsî û kêşe nîne, belkû mayîna vê rewşê cihê metirsiyê ye û referandûm jî ji bo parastina gelê meye li dûbarebûna karesat û êşên li paşarojê da.Di derbarê bi nîgeraniya hinek ji dewletên navçeyê jî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Nabê welatên dewruberê me tirsa wan ji referandûma gelê Kurdistanê hebê ji ber ku dirêjahiya 26 salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê selmandiye ku ew sedema aramiyê ye li navçeyê da û piştî referandûmê jî peywendiyên me yên aborî û siyasî li gel wan bihêztir dibe. 

Back to top button