Kurd êdî nikarin bindestî û sitemê qebûl bikin

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xêt dide.Sekreterê Komkara Erebê  di daxuyaniyekê de  pîrozbahiyê li serkeftinên Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê Mûsilê de dike û  daxwaz ji Barzanî kiribû ku ji dev biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê berdê.Serok Barzanî bersiva nameya Ebû Xêt dide.Barzanî di bersiva xwe nameya Ebû Xêt de, amaje bi destpêka damezrandina dewleta Iraqê dike, ku li ser binemayên pêkvejiyanê û şeraketa rasteqîne û rêzgirtina li pêkhateyên netewî pêk hatibû.Barzanî di beşeke nameya xwe de dibêje: “Mixabin ku li ser erdê para me di du qonaxên cuda ya damezrandina dewleta Iraqê de, ku ya yekem ta sala 2003an bû, para Kurd tê de tundtirîn şer û sextetirîn kîmyabarana Helebce û naçeyên din yê Kurdistanê bû, ligel proseya Enfalkirinê ku tê de 4500 gundên Kurdistanê ji koma 5 hezar gund hatin wêrankirin, 182 hezar welatiyên Kurdistanê piştî birina beyabana başûrê Iraqê bi xweşî xistin gorên bikomî.”Barzanî amaje bi wê jî dide, tevî hemû êş û karesatan, ji bo pêkvejiyanê û parastina yekperçeyîya Iraqê û aramiya wê û dîtina derfetekê bo aştiyê, di sala 1991an em çûn Bexdayê û kesên ew tawan kirine me bexişandin, lê ew li ser wê rêbaza înkarkirina doza me û stemkariya li gelê me berdewam bûn.Serok Barzanî derbarê qonaxa duyem de dibêje, “Qonaxa duyem ji rûxandina rêjîma Sedam Hisên a 2003an de dest pê kir, ji rûxandina dîktatoriyetê û riftarên wê ve hêvî kir û em çûn Bexdayê, ji ber baweriya me bi şeraketa rasteqîne û bo parastina yekperçeyîya Iraqê û avakirina dewletekê li ser binemayên demokrasiyê, şeraketa rasteqîne û mafê welatbûnê û em bi hemû karînên xwe û karînên dezgehên dewletê ku ji piştî sala 1992an ve em xwedî etonimî bûn û beşdarî bo aramiya Iraqê kir, em beşdarî nivîsandina destûra niha û serxistina dengdana li ser wê jî di sala 2005an bûn.”Serok Barzanî ronî jî dike, “Kurd beşdarî di hikûmetên di dû re jî kir û kevirê yekem bo avakirina artêşa Iraqê danîn, lê mixabin dîsa para me ji van beşdariyan (Di qonxa duyem de) binpêkirina hemû xalên destûrê yên girêdayî Herêma Kurdistanê bûn û cibicînekirina wan û astengkirina li ser herêmê bû.”Barzanî ew madeyên destûrî yên ku ji aliyê hikûmetên Uraqê ve hatine binpêkirin xistin rû:Kar bo cibicîkirina madeya 140 a destûrê û pirsgirêkên navçeyan çareser nekirin.Rola Kurd di dam û dezgehên leşkerî de (Artêş, dezgehên ewlehî û sivîl) kêm kirin, hemû rêkeftinên siyasî yên ligel Herêma Kurdistanê binpê kirin.Rê nedan Herêma Kurdistanê biçek bibe ku beşeke ji sîstema leşkerî ya Iraqê ye.Budceya herêmê ya ji sedî 17 ji sala 2014an ve bêyî ti bendeke destûrê piştgîriya wê bike, tevî ku nakokiyên di navbera herêmê û wan nabe bibe sedema ku gelekî bi tevahî birçî bike û zarokên wê ji şîr bêpar bike û keresteyên din ên para herêmê wek derman û bi kişandina pênûsa kesekî ku desthilata wî ya destûrî tune ye wê stemkariyan cibicî bike, ku bandora wê ji tawanên kîmyabaranê ne şerê aborî ne kêmtir e. Tevî wê jî me nerazîbûn ji aliyê ti partiyekî siyasî ya Iraqî yan lêvegerên olî nedît, wek tiştê ku dibe pirseke asayî ye.Barzanî got jî: “Di şerê me ya li dijî rêxistina terorê DAIŞê de me ti alîkariyeke leşkerî ya aborî ji aliyê Iraqê ve nedît û herêmê pêşwazî li bêhtirî ji yek milyon û 800 hezar koçberên Iraqî kir ji parêzgehên Mûsil, Enbar û Selahdîn kir, di demekê de ku Pêşmerge şerkî efsaneyî kir û efsaneya tirs ya wê rêxistinê şikand û bi hemû hêza û ezmûna xwe alîkariya artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de kir.”Barzanî di beşeke din ya nameya xwe de dibêje: “Cenabê Sekerterê Giştî, piştî van her du qonaxan mayîna di çarçova vê dewletê de, em gihêştin baweriyeke temam ku em wek welatî û hevpareke rasteqîne nehatin qebûlkirin.”Di beşeke din de, Barzanî dibêje: “Li hember wê xwîn û qurbaniyên ku ji bo avakirina Iraqeke demokrasî ku rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze hatine dayîn, pêwîst e Kurd parastina rûmeta hemû welatiyên xwe bike, êdî nikarin bindestî û stemê qebûl bikin. Lewra gazinde ji hevalên me yên Iraqî bikin, ne ji me, ji ber ku ew bûne palner bo encamdana referandûma serxwebûnê.”Hevdem Barzanî ronî jî kir, “Hemû ewên ji destpêka damezrandina Iraqê ve fermanrewî kirine, bi hemû sîstemên xwe yên qanûnî û destûrî li hember nanavendî û autonomy û federalîzma Herêma Kurdistanê, şikestî anî û nikarî welatekî demokratîk bi şeraketa rasteqîne ava bikin.”Barzanî herwiha dibêje: “Mana li ser vê rewşê û di çarçova niha de û ew pêwendiya di navabera Kurdistan û Iraqê de heye, metirsiyeke mezin e, ji ber ku emê berve milmilane biçin, ku ne bi dilê gelê me li Kudistanê û li Iraqê ye. Bo rêgirtin li wê milmilana nû û ji bo pêkvejiyana aştiyane referandûmê encam didin û hewl didin ew milmilane biguhêrin bo hevkariyeke berhemdar û bibine cîranên baş.”Barzanî di dawiya bersiva xwe de tekez dike ku, “Ji ber baweriya me bi pêkvejiyana aştiyane û bikaranîna awayên şaristanî bo peyrewkirina mafê çarenivîsî, berdewam dibin li ser rêbazên xwe û riya guftûgo bi biraderên li Bexdayê ne, bijardeya tekane dizanin.” 

Nerîna min :