Polîtîk

Barzanî: Emê serxwebûnê hilbijêrîn

Îro şemî 18.07.2015 li duyem roja cejna remezana pîroz da, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta pîrozkirina cejnê û agahdarbûna ji rewşa bereyên rû bi rûbûna terorîstan, serdana sengerên Pêşmerge yên li mîhwera Rojhilata Dîcle, mîhwera Rojavayê Dîcle, mîhwera Başîk, mîhwera Xazir û Bendava Musilê kir. Li vê serdanê de Serok Barzanî ji aliyê Berpirsên Mîhweran û Fermandeyên Meydaniyên Pêşmerge ve bi germî hate pêşwazî kirin. Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmergeyan kir û pîrozbahiya cejnê li Fermande û Pêşmergeyan kir û ragihand ku hatime pîrozbahiya cejnê li we bikim û min bi ferz zanî li cejnê da li gel Pêşmergeyên qehreman bim. Serok Barzanî her wiha daxwaz ji hêzên Pêşmerge kir bi hûrgiliyê ve erkên xwe yê parastina Kurdistanê bi cîh bikin û nabê gengeşeya hizb û partiyan bandora xwe li ser Pêşmerge hebê, ji ber ku hebûna gengeşeya siyasî li nav aliyan de asayiye û ev gengeşe her çawa bê axaftina dawî ya gel dibê. Serok Barzanî her wiha ragihand ku ewên behsa dû îdareyiyê dikin diyare ders û pend ji dîrokê wernagirin, ew hemû xebat û qurbanîdana gelê me ji bo ewe nebuye Kurdistan bê dabeş kirin û nabê bi xeyal jî hizra wê bikin û kes nikarê Herêma Kurdistanê perçe bike û ewê bi yek îdareyî û yekgirtina Kurdistanê ne qayilin azadin li wê yekê ku cîheke din ji bo jiyana xwe hilbijêrin. Serok Barzanî berdewamiya axaftina xwe de ragihand: Gelek seyre li demek da derfeta zêrîn ji bo Kurd rexsaye ku bigihe lutkeya serkeftinê, hinek kes hebin behsa dû îdareyî bikin. Dilniya me xelkê Kurdistanê bersîva wan dide. Her wiha Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku êş û qurbanîdana gelê me bi dirêjahiya dîrokê ji bo ewe nebuye Kurd pêvek û bin dest bê, dijminên gelê me destê xwe ji hîç tawanek neparastiye û her çî bi wan hatibe kirine, lê belê nekarîne îradeya gelê me bişkînin. Ji bo wê yekê nabê êdî gelê me li wê êşê da bijî û bi agirê xelkekî din bişewite. Divê baweriya me bi xwe hebê û gelê me ji wan êşan bê rizgar kirin, nabê xedir li qurbanîdana gelê me bikîn. Em li navbera serbixweyî û pêvekiyê dane û tu demekî pêvekiyê hilnabijêrîn. Serok Barzanî ragihand: Berî ku proseya azadkirina Musilê birêve biçê pêwîste dilniyayî bidin pêkhatên cûda yên wê parêzgahê ku rola wan li birêvebirina parêzgeha xwe da hebê û carekî din tûşî êş û nehametiyan nebin û neyên asîmîlekirin û çewsandin. Li dirêjahiya serdana xwe de Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li Bendava Musilê kir û ji bilî pîrozbahiya cejnê, destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman ya parastina wê bendavê kir û şîret û rênimayiyan jî da Fermandeyan ku asankariyên pêwîst ji bo başkirina tîman û tîmên teknîkiyan bikin ku karên baştir û pêwîst li bendavê de encam bidin.    

Back to top button