Nivîsar

Barzanî doh îro

 

Bi gelek minasebeta li ser jiyan û tekoşîna Barzaniyê nemir hatiye nivîsandin. Vê carê bi minasebeta 14ê Adarê rojbûna Barzanî dixwazim hinek tiştên cuda bînim rojevê. Bê guman ev yek ne ji bo rexnegirtinekî ye. Ji xwe herkes bîr û baweriyên doh û îro di derbarê Barzaniyê nemir de dizane.

Mixabin me wek kurd piranî Barzanî bi şîrove û nirxandinên kesên biyanî naskir. Rojnemevan û nivîskarên biyanî Barzanî ji Kurdan behtir dane nasandin.

Heta salên 90î kurdan gelek behsa Barzanî nekir. Piştî raperina Kurdistana Başûr û taybetî piştî kurd li Başûr bûn xwedî desthilat, kurdan destpêkir li ser Barzaniyê nemir nivîsandin. Behsa xebat û siyaseta Barzanî kirin. Pirtuk û sedan nivîs li ser Barzaniyê nemir hatin nivîsandin.

Bîranînên Barzanî bi girsehî hatin kirin.Bi dehan civîn û rewrism hatin li darxistin. Lê nehat lêpirsîn ku ji bo çi doh bi awayekî bû, îro awayek dine?

Ji bo vê yekê dema mirov behsa Barzanî bike miladek heye. Ji berî salên 90î û piştî salên 90î.

Ev milad gelekî balkêşe. Lê kesek naxwazê vê yekê bîne rojevê. Ez ji bo çi behsa vê yekê dikim. Ji bo mirov dîroka siyasî baş tê bigihe û ya din baweriyên ji bo berjewendiyên rojane û baweriya ji dil û can ji hev bêne cuda kirin.

Ez behsa vê yekê dikim ji bo durûtî û dirustiya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd derkeve holê.

Ez behsa vê yekê dikim ku kurdan neheqiyek mezin li Barzaniyê nemir kiriye. Pêwistiyeke ku em li xwe mikur bên.

Salên 70î taybetî ew kesên di zawiya îdeolojik de barzanî dinirxandin neheqiyek mezin li Barzanî kirine. Heta radeyekî Barzanî bi xiyanetê hatiye itham kirin. Gelo çi bo îro her tiştek hate guhertin.

Siyaset, insan, kesayet , cîhan her tiştek tê guhertin. Dema siyasetmedarek yan rewşenbîrek di derbarê tiştekî de bîr û baweriya xwe biguherê gelek normal e.

Lê mirov divê vê guhertina xwe bi dilek fireh bidê zelal kirin. Mirov bikaribe çewtiya doh kirî îro lê mikur werê.

Ji bo vê yekê jî mirov derdikev û dibêje: “ Doh me Barzanî baş fam nekirîbû. Bi îdeolojiyek kor û çavên din me rexne li Barzanî dikir û derbarê wî de tişten çewt gotin. Lê îro em dibînin ku me nerast Barzanî nirxandiye û em niha rastiyê dibînin.“

Mirov rêzê li van kesan digre. Ez dizanim hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd di derbarê Barzanîde gotin.: “ Em lêborinê ji Barzanî dixwazin“ Ew gotina wan cihê rêzgirtinêye. Ev helwesta her siyaetmedarek dirust e.

Lê bi zihniyeta tiştên me doh digotin rast bûn, yên em îrojî dibêjin raste.. Nabe. Ew ne dirustiye.

Ji bo vê yekê ez dibêjim divê em ji nûve Barzanî binirxînin û rastiya Barzaniyê nemir di qada jiyan û xebata wî ya 50 salî de bibînin.

Bila siyasetmedar, dîrokzan û civat nas bi awayek zanistî li ser Barzaniyê nemir lêkolînan bikin. Bila Xebata Barzanî bibe têzên xwendevanên li zanîngehan. Dema ev tiş pêkwerin emê hemû wek kurd vî nirxê netewî û rebaza kurd û Kurdistanê baştir nasbikin.

Em Barzanî nas bikin da ku;

Dema em siyasetê bikin berjewendiyên netewî li ser her tiştekî re bigrin.

Dema em diplomasiyê bikin bila kesayeta berz ya Barzanî li bîra me be.

Dema em şer bikin qehremanî û pêşmergetiya Barzanî li bîra me be.

Dema em kurditiyê bikin bila netewîbûna Barzanî li bîra mebe.

Dema em aliyên din yên siyasîre bidin û bistînin bila toleransa Barzanî li bîra mebe.

Dema em doza Kurdistanê bikin bila rêbaza Barzanî li bîra mebe.

14.Adar.2015

Dara Bilek

 

Back to top button