Polîtîk

Barzanî û kevne Serokê CIA civiyan

Îro în 13.03.2015 birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya David Petraeus Berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgirî(Îstîxbaratî) ya Amerîka û Fermandeyê berê yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Artêşa Amerîkayê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û êrîşên terorîstan ya li ser asayîşa cîhanî û navçeyê hatin nirxandin. Her li vê hevdîtinê de berpirsê berê yê Dezgeha Navendî ya Hewalgiriya Amerîka bi pêşketin û avadaniya Kurdistanê sersurmaniya xwe nîşan da û ji bo wan serketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan da bi destanîne pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û behsa qehremanî û azayetiya Pêşmerge kir. Her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û kesukarê wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.

Back to top button