Cîhan

Barzanî: Derketina mesîhîyan bo derve şaş e

Îro çarşemiyê 26.01.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê ku, bi mebesta agahdarbûna li rewşa wan mesîhiyên ku bi sedema êrîşên terorîstî hatine herêma Kurdistanê serdana herêma Kurdistanê kiriye, kir.

Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê bi xweşhalî ve helwesta serok Barzanî ya di warê pêşwazîkirin û parastina koçberên mesîhiyên navçeyên dinê yên Iraqê ku, ji ber şidet û terorê qesta herêma Kurdistanê kirine, bilind nirxand û ragihand ku herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana olên cûda cûda de mînakeke xweşike.

Serok Barzanî pêkvejiyana olî li herêma Kurdistanê ronahî kir û tekez li wê yekê kir ku di dîroka gelê Kurdistanê da pirsgirêka olî û mezhebî nebûye û hemû ol û netewe bi aştî û tebayî jiyane.

Sebaret bi derketina mesîhiyan ji derveyên din yên Iraqê jî, serok Barzanî vê yekê bi şaşiyeke mezin da zanîn û ragihand ku bi derketinê, ew xwe di civakeke din de helînin û got:

– Em li herêma Kurdistanê heta wê roja ku rewşa ewlehiya Iraqê baş dibe, amadene jiyanekî asûde ji bo wan dabîn bikîn. Me bihîstiye hinek welatên Ewrupî amadehiya xwe ji bo wergirtina wan Mesîhiyan wekî penaber nîşan dane. Ez ne li gel wê helwêstê da me û li Kurdistanê me lîjneyeke bilind pêkaniye ji bo serpereştîkirina rewşa guzeraniya wan Mesîhiyan û ya ku di şiyana hikûmeta herêma Kurdistanê de be, bi tu awayek kêmasî nake, lê belê ya ku di îmkanên me de nebe pêwîste Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrupa di hewara wan bên û li şûna hevsozî derbirînê bila bi şandekî serdana herêma Kurdistanê bikin û her ew bi xwe bila jiyanekî guncaw ji bo wan dabîn bikin.

Ji aliyê xwe ve Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê behsa rewşa arama mesîhiyan û hevsoziya gelê Kurdistanê kir û hêvî xwest ezmûna pêkvejiyana oliya li herêma Kurdistanê bigihe seranserê Iraqê

Back to top button