Polîtîk

Barzanî: Biryara dawî gelê Kurdistanê dide

Îro în 17.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta pîrozbahiya cejn û agahdarbûna ji rewşa hêzên Pêşmerge û bereyên şer, serdana her sê mîhwerên Mexmûr-Guwêr, Başûr û Rojavayê Kerkûkê kir. Di destpêka vê serdanê da Serok Barzanî serdana mîhwera Mexmûr-Guwêr kir û ji aliyê birêz Sîrwan Barzanî Serpereştiyarê Mîhwerê û Fermande û Pêşmergeyên wê mîhwerê ve bi germî hate pêşwazî kirin. Serok Barzanî serdana sengerên pêşveyê hêzên Pêşmerge kir û pîrozbahiya cejnê li fermande û Pêşmergeyan kir û destxweşiyê li wan kir ku bi sedema azayetî û cangoriya wan ve hemû cîhan bi çaveke rêz ve temaşa Kurdistanê dike û gelê me jî bi bexteweriyê cejna xwe pîroz dike. Paşê Serok Barzanî bi mebesta pîrozbahiya cejn û zêdetir agahdarbûna ji bereyên şer yên li mîhwerên Başûr û Rojavayê Kerkûkê, serdana hêzên Pêşmergeyên li van dû mîhweran kir û ji aliyê birêz Mihemed Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Hêzên Pêşmerge li mîhwerên Kerkûk û birêz Dr Kemal Kerkûkî Berpirsê Mîhwerê Rojavayê Kerkûk û Dubiz û Hosta Resûl Berpirsê Mîhwerê Çarê Başûrê Kerkûk ve bi germî hate pêşwazî kirin. Li kombûneke li gel Fermandeyên Hêzên Pêşmerge yên li wan dû mîhweran de, Serok Barzanî bi helkefta cejna remezana pîroz ve bi germî pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge û Fermandeyan kir û wiha ragihand: Hatim ku cejna we pîroz bikim û spasiya we bikim ji bo vê xweragirî û qehremaniya ku we pêşan daye û ew cangoriya we ji bo eweye gelê me bi bexteweriyê de bijî. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê Pêşmerge gelek pîroze û peywîste bi man û nemana mîlletek û eve jî ji bo we şanaziyekî mezine û silav ji bo giyanê pakê wan şehîdan kir ku bi xwîna xwe axa Kurdistanê parastine.Serok Barzanî da zanîn ku gel çavkaniya desthilate û biryara dawî jî li cem gele û partî û hizb amrazin ji bo xizmetkirina gelê me û berjewendiya bilinda gel û nîştîman li ser rûyê hemû tiştek ve ye û ji bilî cûdahiya nêrînan û eger nakokiyek jî hebê, wê demê gel biryara dawî dide neku hizbek û partiyek. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tekez kir ku gelê me qurbaniyeke zêde daye û pêwîste dawiya wan êş û nehametiyan bê û ragihand ku divê bi destê xwe wê mafê bi dest bînîn û çaverêya tu aliyek nekîn. Tekez jî kir ku yekrêziya hêzên Pêşmerge û têkilbûna xwîna Pêşmergeyên me li sengera bergiriyê, bingeha yekrêziya gelê meye û divê eve ji bo siyasiyan jî wekî rê pêşanderek bê, ji bo yekrêzî û birayetî û bi tu awayek jî nabê rewşa siyasî û navxweyî ya Kurdistanê bandorê li ser Pêşmerge hebe. Her li vê kombûnê da Serpereştiyar û Fermandeyên Hêzên Pêşmerge spasî Serok Barzanî kirin ku herdem li gel Pêşmergeye û li helkeft û cejnan de jî li gel Pêşmerge dibe. Paşê jî têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa bereyên rû bi rû bûna li gel terorîstan xistin rû. 

Back to top button