Polîtîk

Barzanî ber bi kû ve diçe

Rojnamevan Nasuhî Gungor di nivîseke xwe de bi nave (Mesûd Barzanî ber bi kûderê ve dice?) di malpera Star de weşandiye û tê de behsa bihêzbûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike.

Gungor dinivîse ku, yên ku ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên vê dawiyê kiriye, dibînin ku Mesûd Barzanî roj bo rojê li herêmê bihêztir dibe:

 “ Di pirsa Suriyeyê de, kurd tên pêş, ev yek jî meydana bizavên Barzanî berfirehtir dike, tecrûbeya siyasiya kurdên Îraqê û statuya kurdan di meydana navdewletî de, wisa dike ku, kurdên Îraqê pêş kurdên welatên din bikevin.“

RojnamevanGungor di nivîsa xwe de dinivîse ku, kurd di qonaxeke hesas(zîz) de derbas dibin û daxuyaniyên çend roj berê yên Mesûd Barzanî giringiya xwe heye:

“ Barzanî ji her du grûpên kurdên Suryeyê re got: Dawiyê bi nakokiyên xwe bînin, ji bona jinavbirina rijêma Esed bi hev re kar bikin, eger bi hev re karbikin, ez amademe bi her awayî alîkariya we bikim.“

“ Ev daxuyaniyên Barzanî nîşan dide ku, ew xîtabî meydaneke berfireh dike û serokekî ne wisaye ku di deverkê de bê qefes kirin. Divê ew yek li ber çavan be ku, tesîra Barzanî li ser kurdên Suryeyê gelek mezin e.“

Rojnamevan Nasuhî Gungor di nivîsa xwe ya di malpera Star de weşandiye dibêje ku, pêşhatên Îraqê bi awayekî giştî di berjewendiya kurdan de bûn, bi taybetî di berjewendiya Mesûd Barzanî de bun.

Pêşveçûna peywendiyên bakurê Îraqê û Tirkiyeyê, şaşaiyên Malikî û lawazbûna Talebanî, pirsa Suryeyê û hatina kompaniyên enerjiyê yên amerîkî bo bakurê Îraqê, wisa kir ku, rola Mesûd Barzanî ji nawçeyî bibe herêmî (Rojhilata Navîn)

Back to top button