Papa, firotina kovara "Titanic" qedexekirin da
Kovara Alman a pêkenokê a bi navê “Titanic”, di hejmareke xwe de, di serûpela pêş û paş de, sûretê Rêberê Katolîkan ê Ruhanî Papa 16. Benediktus weşand. Li ser serûpela kovarê, bi herdu sûretên Papa jî lîstibûn û bi vê rêyê ew biçûk xistibûn.
Vatîkanê, bi biryara dadgehê, firotina vê kovara pêkenokê a Titanic rawestand. Vatîkanê, bi hinceta, sûreta ku li ser kovarê hatiye weşandin, kesayeta Papa 16. Benediktus, bi awakî lê heqaretkirin serî li dadgeha Hamburgê a eyaletê da. dadgehê, weşandina ew sûretana qedexe kir.
Derhênerê Weşana Giçtî a Kovarê Leo Fischer, daxuyand ku, ew ê îtîraza vê biryara dadgehê bikin.
Kovara Tîtanic, li ser serûpela paş û pêş, sûretê Papa weşandiye. Di sûreta Papa a ku ji paş ve tê xuyakirin de, lekeyeke reş bicih kiriye. Di sûreta ku Papa ji pêş ve tê xuyakirin de jî, lekeyeke zer bicihkirin dane.