Polîtîk

Tirsa barzanî ketiye di dilê nijadperestan de

Sadedîn Tantan wezîrê karên navxwe yê yê Tirkiyeyê yê berê û serokê niha yê Partiya Yurt. Li ser têkeliyên navbera Tirkiyeyê û Kurdistanê çend pirsan ji hikûmeta Tirkiyeyê re dişîne û daxwza bersiva pirsên xwe ji hikûmetê dike.

Tantan ji hikûmetê dipirse:

– Hikûmetê digel Barzanî dest bi bazirganiya Neftê kir, Gelo hikûmet terefdarê avakirina dewleta kurdî ye yan na?

– Gelo di nav armancên Barzanî de xwe gihandin bi deriya Sipî heye yan na? Gelek caran me bihîstiye ku nawçeya bazirganiya azad a Mêrsînê  ketiye dest Barzanî û PKKê, gelo hikûmetê di vî warî de çi kiriye?

– Gelo hikûmetê daxwaz ji hikûmeta Malikî kiriye ku, erkê parastina sînoran ji pêşmerge werbigire û bixe jê destê xwe de?

– Ew tiştek eşkereye ku, Îsraîl piştgiriya Barzanî dike, herwesa Îsraîl piştgiriya PKKê jî dike. Hikûmeta wan têkeliyên navbera Barzanî, Îsraîl û PKKê çewan dinirxîne?

Back to top button