Polîtîk

Barzani: Baweriya me li Bexdayê nemaye

 Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê kir ku ji Seyîd Emar Elhekîm Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî û hejmarek ji nûner û serkirdeyên partiyên siyasiyên li nav Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê pêkhatibû.Di destpêka civînê de Seyîd Emar Elhekîm Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî li gotarek da pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û artêş û hêzên Iraqî li beranber terorîstên Da’îş kir û yekrêzî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqî li şerê azadkirina Musilê de bilind nirxand. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqî li serkirdayetîkirina şerê dijî Da’îş û operasyona azadkirina Musilê hebû.Li dirêjahiya gotara xwe de ji bilî balkişandina li ser dîrok û ezmûna hevbeşî ya aliyan li dijayetîkirina dîktatorî û her wiha tehediyat û ew derfetên ku niha li ber aliyên Iraqiyan da heye tekez li wê yekê kir ku pêwîste pêdaçûn hebê li peywendiyên di navbera aliyên Kurdistaniyan û Hevpeymaniya Niştîmanî û xalên lawaz û kêmasî û kêşe bêne çareser kirin û eve jî li çarçêweya destpêşxerî û teswiyeya siyasî û pêkanîna lîjneya hevbeşa siyasî û hikûmî û hevdîtinên berdewam ji bo hevdû nêzîkkirin û cêgîrkirina bingehên serekiyên Iraqa nû ku hemû aliyek têda hevbeşin.Her wiha balkişand li ser serdana dîrokiya Serok Barzanî û şanda Kurdistanî ya Bexda li eylûla derbasbûyî û ragihand ku hatina wan ji bo Kurdistanê bi dûvdaçûna encamên serdana Serok Barzanî ya Bexdaye. Eve jî behs kir ku ezmûna hemahengiya serbazî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û şerê teror û dîroka xebata hevbeş palnerê serekîne ji bo hevdû nêzîkbûn û çareserkirina kêşeyan.Li beranber da Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û li gotarek da behsa wan êşan kir ku ji aliyê Hikûmetên Iraqê ve li ser gelê Kurdistanê da hatiye li qonaxa dirustbûna Iraqê û heta rûxana rejîma Be’es û balkişand li ser wan binpêkirinan ku li piştî 2003 li ser gelê Kurdistanê hatine kirin û tekez li wê yekê jî kir ku gelê Kurdistanê li piştî rûxana Be’es hemû hewlekî daye ji bo binyatnana Iraqa nû, lê belê her wekî qonaxa berê kar ji bo têkdana şeraket û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê û zalkirina zimanê zorîne û cara dawî jî birîna budçeya xelkê Kurdistanê kir. Serok Barzanî eve jî xisterû ku ev yek bûne sedema nemana bawerî û kûrbûna kêşeyan, ji bo wê yekê her çareseriyek hebê divê bi awayek bê ku dawî bi serhildana karesat û êşên li dijî gelê Kurdistanê bê.Li beşekî dinê civînê de amadebûyên civînê têbînî û nêrîna partiyên siyasiyên li nav Hevpeymaniya Niştîmanî di derbarê rewşa siyasî û çawayiya çareserkirina kêşeyan û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê xisterû.Li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.

Back to top button