Baroya Rihayê xwest ku hemû astengîyên li pêşîya mafê tenduristîyê yên bi zimanê dayikê bên rakirin. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Parêzer Ahmet Taş, diyar kir ku nebûna zimanê Kurdî di pergala E-Reçeteyê de li dijî destûra bingehîn e.
Wezareta Tenduristîyê ya ku Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema E-Reçeteyê zêde kir, zimanê Kurdî nexist rojeva xwe. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, ji bo ku zimanê Kurdî li pergala E-Reçeteyê bê zêdekirin serî li Wezareta Tenduristiyê da.
Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Parêzer Ahmet Taş, diyar kir ku bicîhneanîna zimanê Kurdî li dijî prensîba wekhevîyê ya makzagonê ye.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê diyar kir ku rêya xizmetên tenduristiya wekhevîyê, bi bandor û bi kalîte ji her kesî re bi bikaranîna mafê zimanê zikmakî ve girêdayî ye.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê diyar kir ku her kes ji maf û azadîyên ku bi qanûnî hatine naskirin, wekhev in û di daxwaznameya xwe de ev tişt gotin:
“Cudahîya li gor zayend, nîjad, reng, ziman, ol, bawerî, mezheb, ramana felsefî û siyasî, eslê etnîkî, dewlemendî, jidayikbûn, rewşa zewacê, rewşa tenduristî, kêmendam û temen qedexe ye. Di rewşa binpêkirina qedexeyê de cudakarî, sazî û rêxistinên giştî yên ku di cewherê sazîyên giştî de xwedî desthilatdarî û rêxistinên pîşeyî ne, neçar in ku ji bo bidawîkirina binpêkirinê, ji holê rakirina encamên wê, ji bo pêşîgirtina li dûbarekirina wê, şopandina wê ya qanûnî û îdarî tedbîrên pêwîst bigirin. Divê hemû astengîyên li pêşîya mafê tenduristîyê û zimên bê rakirin, gel bi zimanê xwe yê zikmakî ji xizmetên giştî sûdê werbigire “.