CivakRojev

Alîyê ku pabendî rêkeftinan nabe hikûmeta Iraqê ye

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku hikûmeta Iraqê li dijî gelê Herêma Kurdistanê siyaseta birçîkirinê dimeşîne.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bi civînek rojnamevanîyê di derbarê budçe û mûçeyên fermanberan de nirxandinek kir.  Di civînê de li ser navê şanda mêvan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî axivî û got: “Tiştê ku em di hikûmeta Iraqê de dibînin tevlihevkirina siyaseta birçîbûn û binpêkirina mafên gelê Herêma Kurdistanê ye”.

Pêşewa Hewremanî, balkişand ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka danûstandinan ve pabendî rêkeftinên ku ligel hikûmeta federal hatine îmzekirin bûye, lê alîyê ku pabendî rêkeftinan nabe hikûmeta Iraqê ye.

Berdevkê Hikûmetê Hewramanî, di derbarê biryara hikûmeta Iraqê ya şandina mehane 500 milyar dînar de jî got: “Ji bo dayîna mûçeyên fermanberan pêwîstîya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye, ew rêjeya ku wê hikûmeta Iraqê bişîne têra mûçeyan nake”.

 

Back to top button