Li gor encamên lêkolînên ku ji aliyê Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House li 15 bajarên bakurê Kurdistanê hatiye kirin, Kurd dixwazin pêvajoyek nû ya çareserîyê bê meşandin. Ji sedî 75 ê beşdaran gotine ku pirsa Kurd bi awayên cuda bandor li jiyana wan a rojane dike. Beşdaran ji bo çareserîyê pêşniyarên wek “Destûrek Bingehîn a adil û berfireh”, “naskirina maf û azadîyên çandî”, “serbestberdana hemû siyasetvan û siyasetmedarên Kurd” kirine. Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House, ji bo tespîtkirina perspektîf û hêvîyên Kurdan ên li hember pirsa Kurd, di navbera 10-24ê Tîrmehê de bi hezar û 134 kesan re rû bi rû hevpeyvînek pêk anî. Lêkolîn li Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Erzirom, Êlih, Colemêrg, Şanliurfa, Şirnex, Adiyaman, Sêrt, Agirî, Bedlîs, Mûş, Qers û Dersim ku nifûsa Kurdan lê zêde ye hat kirin. Encamên lêkolînê di rapora bi sernavê “Pirsa Kurd û Hêvî, Helwest û Nêrînên Aştîyê” de hatin berhevkirin.
Pirsa Kurd heta çi radeyê bandorê li jiyana rojane dike?
Di anketê de ji beşdaran hat pirsîn ka pirsa Kurd heta çi radeyê bandor li jiyana wan a rojane an jî malbatên wan kiriye. Ji sedî 34,7 ê beşdaran gotin ku “pir zêde”, ji sedî 20,5 “bi nermî”, ji sedî 19,8 “kêm” bandor dike.
Di nav pirsên ku hatin kirin de “bandora civakî ya herî girîng” a pirsa Kurd jî hebû. 12,5% ji beşdaran diyar kirin ku ti bandorek wan tune. Ji sedî 30,6 ê beşdaran diyar kirin ku bandora civakî ya herî eşkere ya pirsgirêkê zêdebûna veqetîn û cudaxwaazîya civakî û a civakê ye, ji sedî 26,8 jî diyar kirin ku pêkanînên nîjadperestî û êrîşên li dijî Kurdan li welêt berbelav bûne. Tîma lêkolînê têkildarî van encaman dibêje: “Ji daneyên encamên lêkolînê tê dîtin ku sînorên bandora civakî ya pirsa Kurd pir berfireh in, ev bandor tenê li ser civaka Kurd ne sînordar in. Di serî de pirsgirêkek e ku dikare bandorê li gelek pirsgirêkan li welêt bike.” Yek ji pirsên ku beşdarên lêkolînê bersivandin ev bû, “bandora aborî ya herî girîng a pirsa Kurd çi ye?”. Li gor bersivên ku hatine dayîn, ji sedî 33,1 ê beşdaran difikirin ku pirsa Kurd bandorek neyînî li ser veberhênanên aborî yên li herêmê dike, ji sedî 19 difikirin ku newekhevîya aborî zêde bûye, ji sedî 17,8 jî difikirin ku aborî bi rêvebirina dewletê qels dibe.
Polîtîkayên hikûmetê neyînî ne
Hûn polîtîkayên hikûmetê yên ji bo çareserîya pirsa Kurd çawa dinirxînin? Di bersivên xwe yên pirsê de ji sedî 16,8 diyar kirin ku ew “erênî” û ji sedî 57 jî “neyînî” dîtine.
Pirsa Kurd heye û divê çareser bibe
Di lêkolînê de nêrîna “Pirsa Kurd çareser bû” ya ku Serokkomar Erdogan dem bi dem tîne rojevê jî di nav pirsên lêkolînê de cîh girt. Ji sedî 71,3 ê beşdaran nêrîna “Pirsa Kurd heye û divê bê çareserkirin” anîn zimên, ji sedî 8,6 jî bersiva “Pirsa Kurd hebû û çareser bû” û ji sedî 7,5 jî got “Pirsgirêk heye”.
Pirsa Kurd çawa çareser dibe?
Çareserîya pirsa Kurd jî di nav de pirsên hatin kirin. Li vir çend bersivên vê pirsê hene: “Ji sedî 23,5 ê beşdaran diyar kirin ku pirsa Kurd bi “destûrek bingehîn a dadmend û berfireh çareser dibe”, ji sedî 12,5 jî ji bo çareserîya pirsa Kurd “perwerdeya bi zimanê dayikê” û ji sedî 9,6 jî “naskirina nasnameyê” bersivandin. Ji maf û azadîyên çandî ji sedî 12,1”, li gorî vebijarkên “li şûna pevçûnê aştî û hevkarî”, ji sedî 10,6 “serberdana hemû lîder û siyasetmedarên Kurd ên siyasî” û ji sedî 4,5 “pirtir temsîlîyeta siyasî” tê dîtin ku girîngiya maf û azadîyên siyasî. Tê dîtin ku tenê ji sedî 2,3 ê beşdaran diyar kirine ku pirsa Kurd bi rêbazên leşkerî û polîtîkayên ewlekarîyê çareser dibe”.
Daxwaza pêvajoya çareserîyek nû
Kî dikare tev li pêvajoya çareserîya muhtemel bibe? Ji sedî 34 ê beşdaran gotine “Hikûmet, parlamento û yekîneyên din divê tev lê bibin”, ji sedî 31,4 jî gotine “divê hem hikûmet û hem jî parlamento rola xwe bilîzin” û ji sedî 15,6 jî gotin ku “tenê hikûmet rola xwe bilîze”.
Kî wê pirsa Kurd çareser bike?
Di lêkolînê de pirsên kî yan kîjan sazî divê pêşengîya çareserîya pirsa Kurd bike jî hebû. Ji sedî 56,78 gotin Kurd in, Abdullah Ocalan, HDP û Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 19,04 hikûmet, Recep Tayyîp Erdogan, AK Partî, ji sedî 8,85 muxalefet, CHP, Kemal Kiliçdaroglu û Ekrem Îmamoglu.
Yek ji xalên herî girîng ên çareserîya dawî “Çareserîya Destûra Bingehîn” e.
Tîma lêkolînê di dawîya raporê de pêşniyarên xwe yên çareserîyê anîne zimên. Tîma lêkolînê diyar kir ku bi berçavgirtina çarçoveya dîrokî ya pirsgirêkê wê çareserî hêsantir bibe. Ekîba lêkolînê destnîşan kir ku avakirina mekanîzmayên ku dijberî, pêkanînên nîjadperestî û cihêkarîyê ji holê rakin, wê bandorên ku çareserîya mayînde bi balkişandina alîyên civakî pirsgirêkê hêsan bike. Hin pêşniyarên ekîba ku tekezî li ser çareserîya makzagonî kir ev in: Çarçoveya siyasî ku yek ji stûnên herî girîng ê pirsa Kurd pêk tîne, di çarçoveyek berfireh de wek nûnertiya siyasî, mafên bingehîn, xweserî, çarenûsa xwe û çareserîya destûrî dikare çareserîyek mayînde ya vê pirsgirêkê pêk bîne. . Ji ber ku rêbaza çareserîya pirsa Kurd çi dibe bila bibe, di çareserîya vê pirsgirêkê de hikûmet, mûxalefet û alîyên siyasî yên Kurdan wek muxatabên sereke derdikevin pêş.
Yek ji xalên herî girîng ên çareserîya dawî ya pirsa Kurd jî “çareserîya destûrî” ye. Daxwaza çareserîya makzagonî ku dikare wek misogerkirina nasname, ziman û hebûna civakî ya Kurdan bê nirxandin, wek daxwazek ku bi encamên lêkolînên me re di nav hev de ye derdikeve pêş. Sîstema hiqûqî ya adil, têkoşîna li dijî bêcezakirinê, azadîya derbirînê, paraztina mafên mirovan, aştî û diyalog û serbestberdana girtiyên siyasî wê bibe sedema çareserîya vê pirsgirêkê û pêvajoya aştîyê.