Nivîsar

Baroya Amedê di “pirsa kurd” û demokrasiyê de xwediyê terîfek şaş e…

Kongreya 42-emîn ya Baroya Amedê di 09/10. 10. 2010 de hat li dar xistin. Kongreya 42-emîn ji aliyê serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktarî de vebû. M. Emîn Aktarî pêşî ji bona şehîdên hiquqê nunerên kongreyê vexwende rêzgirtinê. Pişt re serokatiya kongreyê ava bû. Sezgîn Tanrikulu, ji bona serokatiya kongreyê ji aliyê Komîta Birêvebir ya Baroyê ve hatibû pêşniyar kirin. Ew û sê parêzerên din yên cîwan wek katibên serokatiya kongreyê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina serokatiya kongreyê, gorî rojevê civînê domand. Xala girîng ya Kongreyê Rapora Xebat û Malî ya Baroyê bû. Rapora Xebatê ya Baroyê bi reya dijîtal bi kurtî û bi xûlasa hat pêşkêş kirin. Rapora malî bir xetên giştî hat diyar kirin.

Lê dema ku li ser raporan gengeşî dest pê kir, di destpêkê de min mafê axevtinê pêk anî. Piştî min, tu nunerên baroyê li ser raporên Baroyê bîrûreyên xwe diyar nekirin. Ev pirseke gelek balkêş bû. Lewra Baroya Amedê xwediyê 650 nûneran e. Li cem vê yekê Baroya Amedê li Tirkiyeyê xwediyê mîsyoneke girîng e û bala rojavaya Tirkiyeyê jî li ser Baroyê Amedê ye ku dê çi bibêje. Dema ku di kongreya baroyeke wusa xurt de nuner beşdarî gengeşiyan nebin, wê demê li wir pirsgirêkeke mezin û rizandineke gelek nexweş heye. Bi taybetî jî dema ku ji bona serokî du kes berhilbijêr bin û bi dehan kes (32 kes) ji bona komîteya birêvebir berhilbijêr bin, wê demê pirs û derd girantir dibe.

Ev yeka bi serê xwe jî, vatineyeke mezin û girîng derdixe pêşiya her hiququzanek û parêzerekî li Amedê jiyana xwe didomîne û endamên Baroya Amedê ne. Loma jî divê piştî demekê di nav baroya Amedê de tevgereke nû ya jinûve avakirin û nûjenkirinê dest pê bike. Min jî ji bona vê tevgera nû piştî kongreyê rojekê bi çend parêzerên giranbiha re di derbarê vê pirsê de axevtin kir û pêşniyar kir ku di pêşerojên nêzik de em civînekê pêk bînin, ji bona Baroya Amedê konseptekê bikin biryar û gorî wê konseptê projeyên konkret diyar bikin û  bi aktifî beşdarî xebatên baroyê bibin.

                                         *****

Hiqûqzane û parêzer, dezgehên hiqûqzanan û parêzeran li her welatekî û dewletekê xwediyê mîsyoneke girîng in. Ew, li welat û dewletên demokratîk hiqûqê çê dikin û qanûnan ava dikin. Ji bona ku li welatekî û dewletekê desthilatdariya hiqûqê bên saz kirin û pergel kirin, xebat dikin. Li Tirkiyeyê jî hiqûqzane û parêzer, dezgehên wan xwediyê rol û mîsyoneke mezin in. Di avakirina dewleta otorîter, yek neteweyî û yek îdeolojiyekî de wan rolekî girîng lêhîstine. Her demê baro û dadwerî ji bona ku dewleta otorîter, faşîzan, kemalîst, kolonyalîst jiyana xwe bidomîne bûye stunên girîng.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ji her dezgehekê zêdetir bûye dewletparêz, statuparêz, îdeolojî parêz. Bes Baroya Amedê û çend baroyên din yên li Kurdistanê dem-dem ji derveyî konsept û avayiya fermî ya baroyê helwest nîşan dane û xebatên cûdayî meşandine.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê girêdayî karaktera xwe ya îdeolojiya kemalîst, ew mîsyona xwe ya girêdayî hiqûqa navneteweyî pêk neaniye. Bi taybetî jî di demên taybet de, di merheleyên dîktatoriyên leşkerî de li dîjî dîktatoriyê helwest nîşan nedaye û têkoşîn nemeşandiye.

Di ev qonaxê de ji Makezagoneke nû tê bahs kirin. Wateya Makezagona nû jî ew e ku dewleteke nû dê ava bibe û ji bona dewleteke nû pîvan û dezgehên dê bên diyar kirin. Baroyên Parêzeran jî, dezgeheke dewletê ya girîng e. Loma jî divê Baroyên Tirkiyeyê jinûve ava bibin, di baroyan de guhertinên bingehî, gorî dewleta nû ya federal, plûral, pirrziman, pirrçand, pirrmilet û grubên etnikî, pirrmezheb, pirrîdeolojî, xwe tê de îfade bike, pêk bên.

Ji bona vê jî, divê Baroya Amedê ji bo guhertinê pêşengî bike û konseptekê tespît bike. Baroyên din yên Kurdistanê jî teşwîk bike ku ew jî beşdarî ev pêvajoya guhertinê bibin.

                                          
                                                                *****

Mîsyona Baroya Amedê, ji Kurdistanê û ji tevgera Kurdistanê û ji “pirsa kurd” tê. Amed navenda tevgera kurd û “pirsa kurd” e. Dema ku baroyek û rêxistinek sivîl li Amedê jiyan û xebata xwe bidomîne, wê demê ji derveyî pirsgirêkên pizişkî û aqademîk mecbur e ku bi pirsên din yên siyasî, civakî re jî eleqeder bibe.

Loma jî Baroya Amedê, zêdetir li ser “pirsa kurd” xebata xwe didomîne. Hem girêdayî “pirsa kurd” hem jî girêdayî pirsên dewleta otorîter, bi pirsa demokrasî, demokratîzekirina Tirkiyeyê re girêdayî ye, li ser maf û azadiyên mirovî yên şexsî û kollektîf xebatên xwe didomîne.

Lê dema ku Baroya Amedê xebatên xwe didomîne, di “pirsa kurd” de xwediyê terîfek şaş e. Her çıqas ew di wê baweriyê de ku ew di pirsa kurd” de xwediyê nerînên rast e, aliyê tirk di “pirsa kurd” de xwediyê terîf û nerînên şaş e jî, ew ne rast e.

Baroya Amedê ji bona di “pirsa kurd” de xwediyê terîfeke şaş e, di pirsa demokrasî û mafên mirovî de jî xwediye nerîn û terîfek şaş e. Loma jî, projeyên pêk tîne û ava dike, ya xwediyê kêmasiyan e û yan jî şaş in.

Baroya Amedê, gorî pîvanên navneteweyî li “pirsa kurd” mêze nake. Ew di “pirsa kurd û demokrasî de di bin tesîra lîberalên tirk de ye.  Ew wek li pirsa filîstinîyan, baskiyan, îrlandiyan û neteweyên din mêze dike, li “pirsa kurd” mêze nake.

Baroya Amedê, pirsa neteweya kurd, pirseke milî, pirseke welatekî, pirseke desthilatdarî û serweriya miletê kurd nabîne. Lê dema ku ji pirsa Filîstiyan bahs dike, gelek bi hêsanî wek pirseke dewleta serbixwe û pirsa dewletekê mêze dike. Li pirsa Baskiyan, pirseke federal û ozerkbûnê dibîne. Loma jî ji bona çareserkirina “pirsa kurd” û “pirsa PKKê” jî pêşniyarên şaş dike. Ji bona PKKê pêşniyar dike ku dev ji şer berde û di vê qonaxê de xwe vekişîne derveyî welêt. Lê statuya dagirkerî û kolonyalîst ya li Kurdistanê nadê gengeşî kirin û ji bona vê konsepteke hiqûqî diyar nake. Dema ku ji PKKê re tê pêşniyar kirin ku hêzên xwe yên leşkerî vekişîne derveyî welêt, qesta wê Başurê Kurdistanê ye û tu wext jî di vê pêşniyarê de xwediyê maf jî nîn e.

Baroya Amedê dema ku di guhertina makezagonê de piştgirî kir, unîter û otorîterbûna dadgeha HSYKê û Dadgeha Mekazagonê neda ber çav.

Baroya Amedê ji bona ku “pirsa kurd” şaş terîf dike, xebatên li ser makezagona nû jî şaş dimeşîne. Gelek aşkere ye ku wateya makezagona nû wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, dewleteke nû avakirine. Dewleta heyî dewleta neteweya tirk e. Divê dewleta ava bibe, bibe dewleta Kurd û tirkan û grubên din yên etnikî. Lê hezar mixabin Baroya Amedê pirsa makezagona nû, di çarçeweya dewleta unîter de difikire û ew jî şaş e.

Ew şaşiya dibe sedem ku di xebata demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyeyê de û di xebata maf û azadiyên mirovî yên kolektîf de jî xebatên şaş bike.

Min ev nerînan di kongreya Baroya Amedê de jî anîn ser zimên.

Gelo divê çi bê kirin?
1- Baroya Amedê, divê ji bona guhertin û jinûva avakirina Baroyê  dest bi xebatekê  bike û hewil bide ku baroyên li Kurdistanê jî beşdarî vê xebatê bibin.

2- Baroya Amedê, divê di “pirsa kurd”, pirsa demokrasî, pirsa maf û azadiyên mirovî yên kolektîf de xwediye çarçeweke navneteweyî û lihevkirî be. Ji bona van pirsên bingehî divê konseptek bi beşdariya endaman amade bibe.

3- Baroya Amedê, divê ji bona makezagoneke alternatîf ya kurdan dest bi xebatekê bike. Ji bona vê platformekê û grubeke xebatê ava bike. Beşdariya hemû berpirs û temsîllkarên civatê, yên siyasî, civakî, sivîl pêk bîne.

4- Baroya Amedê, divê li dadgehên dewleta tirk, ew şiyara “li ser navê miletê tirk dadgehkirinê” bigre bin çav û ji bona vê lêkolîn bike û guhertinê daxwaz bike.

5- Baroya Amedê, divê di derbarê li welatên demokratîk û federal de karaketera dadgehan de lêkolîn bike û endamên xwe di vê pirsê de şiyar bike.

6- Baroya Amedê, divê di dadgehan de zorê bide dezgeha wergerî ye. Di her dozekê de werger bê daxwaz kirin. Ew sîstema li ser dadgehan tesîreke mezin dike û zor dide qadiyan ku dewlet li rêyeke din bigere. Ji bona kurdîkirina dadgehan û karên dadwerî ev yeka dikare bibe gavek.

7- Baroya Amedê, divê di derbarê Dadgehên îstîlalê û encamên wan de, ji bo doza Xalîd Begê Cibrî, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Riza û hevalên wan lêkolînê bike û nehiqûqiyan wan teşhîr bike.

8- Li ser Jenosîda Kurd dest bi xebatê bike.

Amed, 12. 19. 2010

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button