Serokwezîrê Kurdistanê li gel heyeteke oldarên Mesîhî civiyaSerokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke oldarên Mesîhî bi Serokatiya Metranê Ebrîşeya Hindistanê Metran Mar Ebram Mokin kir.Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û eşkere kir ku armanc ji vê serdana han amadekariyên pêwîst bo hilbijartina Patrîkê nû yê kilîseyên Aşûrî yên Rojhilatê ye û di rojên pêşiya me de vê Patrîkê nû yê kilîseyê were hilbijartin.Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa deverê bi giştî û şerê dijî terorîstên DIŞIê bi taybetî hate kirin û heyeta mêwan jî spasiyên xwe pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kir ku kariye piştgîrî ji Mesîhiyan bike û hevkariya penaberên Mesîhî bike. Heyet herwiha behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û rola hêzên pêşmerge bi girîgn wesif kir.Heyet herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku piştgîriya damezrandina kilîseyeke nû bo bawermendên Aşûrî li Hewlêrê diyar kiriye.Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember ew serdana han diyar kir û ragehand ku hikûmet û xelkê Kurdistanê bi rêzdarî û bi yek çav li tevahiya kemenetewan dimizînin û her çend di warê darayî de barekî gelek giran li ser stuyê hikûmeta Kurdistanê ye lê hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe bi her awayî hevkariya penaberan kiriye û berdewam dibe li ser hevkarî kirina penaberan.Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa şerê hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê kir û tekez li ser vê yekê kir ku hêzên pêşmerge parastina tevahiya mirovatî li hember terorîstan dikin û şerê dijî terorîstan jî şereke mezine û ne asane lewre ew şerê han bi tenê bi rêyên leşkerî serkeftî nabe û lazime di warê perwerdehî û çendî de jî şerê dijî terorîstan were kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: