Helwesta herêma Kurdistanê li hember konferensa Parîsê
Fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê, helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember konferensa Parîsê ku îro (02.06.2015) ji aliyê hevpeymanên şerê dijî rêxistina terorîstiya Dewleta Îslamî ya naskirî bi DAÎŞ, li Parîsê tê saz kirin bi daxuyaniyeke nivîskî radigehîne.Ev li jêr teksata wê daxuyaniyê:Ji bona nirxandina êrîşên hevpeymanan bo lêdan û lawazkirina grûpa terorîstiya DAÎŞ li Suriye û Îraqê û gotûbêjkirina rewşa emnî li Îraqê û deverê, îro nêzîkî 20 welatên endam di hevpeymaniya dij bi rêxistina terorîstiya DAÎŞê li Parîsa paytexta Fransayê konferenseke navdewletî saz dikin.Konferensa Parîsê taybete bi wan welatên dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞê di nava şer de ne, diyare ku, herêma Kurdistanê di vî warî de pişka şêrî berketiye û êkane hêze ku heta niha kariye bi mêrxasiya hêzên pêşmerge mezintirîn serkeftinan bi ser terorîstan de bi dest bixe û li ser destê pêşmergeyê Kurdistanê terorîstan şikestinên mezin xwarine û gelek dever ji bin destê wan hatine paqijkirin.Piştî konferensên berê, em li hêviyê bûn ku, hikûmeta federala Îraqê û civaka navdewletî hurmetê ji qurbanîdanên gelê Kurdistanê û mêrxasiya pêşmerge bigirin û bi çavê hurmetê li xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê hewandina zêdetir ji 1,5 koçber û penaberan temaşe bike. Lê vê carê jî hikûmeta federala Îraqê nûnerê herêma Kurdistanê ji bo vê konferensê venexwand û bi tena serê xwe beşdarî di konferensa Parîsê de kir. Mixabin, piştî hewildanên me digel wezareta derve ya Îraqê û ofîsa birêz serokwezîrê Îraqa federal ev pirs çareser nebû. Hemû dizanin karîgertirîn hêza ku, bi awayekî rasterast rûbirûyê DAÎŞê rawestaye hêza pêşmergeyê Kurdistanê ye.Em nerazîbûn û dilgiraniya xwe û xelkê Kurdistanê digihînin hikûmeta federala Îraqê ku bi ten aserê xwe beşdarî di konferensa Parîsê de dike û dawetnameya hevpeymana navdewletî ku dixwazin li ser asta Îraqê hemû alî beşdar bin, bin pê dike. Herêma Kurdiatnê weke êkane herêm li Îraqa federal bi mafê xwe yê rewa dizane di konferensên bi vî awayî de nûnerê xwe hebe ku tebîrê ji helwest û siyaseta herêma Kurdistanê bike, ev yek jî li gor madeya 105 ji destûra bingehîn ya Îraqê mafekî destûrî yê herêma Kurdistanê ye.