
Banka Cîhanê di derbarê zerera maddî ya erdhejên Tirkiye û bakurê Kurdistanê rûdayên raporek amade kir. Banka Cîhanî di derbarê zerera erdheja Mereşê de raporek lezgên amade kir û di rapora xwe de dide xûyakirin ku, zerera maddî 34.2 milyar dolar e.
Li gorî nûçeya Ekonomîmê, di raporê de her wiha hatiye eşkerekirin ku lêçûnên başkirin û avadankirinê dê gelek zêdetir be, îhtîmal e ku ev jimar du qat bibe û bi aloziyên di aboriyê de xerc jî zêdetir bibe.
Milyonek û 250 hezar kes bê xanî mane
Di Rapora Texmînkirina Zirara Afata Bilez a Cîhanê (GRADE) de, ku balê dikişîne ser zirara fizîkî ya rasterast a li Tirkiyeyê, hat destnîşankirin ku ji ber zirara navîn û giran an jî hilweşîna avahiyan bi tevahî 1 mîlyon 250 hezar kes ji bo demkî bê mal mane.
Li gor raporê ji sedî 81ê zirarê li parêzgehên Hatay,Mereş,E$ntab Meletî û Semdûrê çêbûye û li van deveran kasî 6,45 milyon kes dijîna . Ji sedî 53 (18 mîlyar dolar) zirara giştî ya avahiyên ku niştecî lê diman û ji sedî 28 (9,7 mîlyar dolar) zirara giştî li avahiyên din wek (tesîsên tenduristiyê, dibistan, avahiyên sektora giştî û taybet), ji sedî. 19 ji wan (6,4 milyar dolar) di tesîsên binesaziyê de (rê, elektrîk, dabînkirina avê) pêk tên.
Li gora raporê nirxandin heja berdewam dikin, ji ber ku hinek erdhejên din rûdidin û ev yek dikare nirxê zererê zêdetir bike.