Endama Komiteya rêveber a PKKÊ Besê Hozat behsa rewşa Ocaln dike û bersiva gotinên wezîrê Edaletê yê Tirkiye dide.
Besê Hozat di bernameyek a televîzyona Medya Haberê de daxuyanî da û got:Wezirê Edaletê dibêje ku,“Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnê ye.” Bi rastî jî ev daxuyaniyeke ne cidî ye. Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi tu awayî qebûl nakin.
Besê Hozat bersiva wezareta Edaletê ya Tirkiye de dibêje: “Gelo hûn lîstikê dilîzin, hûn dixwazin çi bikin? Hûn daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê û vir ve dikin bi çi rengî dinirxînin? Dibêjin daxuyaniya bi dîmen ne li gorî mewzûatê ye, gelo daxuyaniya nivîsî li gorî mewzûatê ye? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Bandora daxuyaniya di nava tecrîdê de bê kirin wê çi be? Ez ji Wezîrê Edaletê dipirsim. Daxuyaniya Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de li mewzûat û hiqûqê tê yan na? Bila bersivê bidin vê yekê.”
“Divê şert û mercên Rêber Apo di nav de tê ragirtin bêne guhertin, bêne başkirin. Tecrîd divê bi temamî ji holê bê rakirin. Rêber Apo divê azad be, bê berdan. Di nava şert û mercên azad û guncaw ên kar de be ku karibe bi rola xwe rabe, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Eger ev nebe wê çawa bibe?”
Berdewamiya daxûyanioya xwe de Hozat dibêje: Niha jî dibêjin, “Bila daxuyaniyê bide lê belê bila daxuyanî ne bi dîmen be. Bila bi nîvîskî be, bila bi xwe jî nexwîne, bila yek bistîne û bixwîne.” Em bi tundî vê yekê red dikin. Ti baweriya vê tine ye û ti bandorên wê jî çênabin. Tişteke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Tu yê Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de bigirî, dê hin rabin li ser navê Rêber Apo belgeyê bixwînin û li bendê bin ku Tevger û gel vê yekê qebûl bikin. Ev xeyaleke vala ye. Bila ti kes bi xeyalên bi vî rengî xwe nexapîne. Em nêzîkatiyên wiha jî cidî nagirin.