CîhanRojev

Banga Akademiya Kurdî Li Stockholm

Hemû fabrîkayên çekên cîhanê bên sînordarkirin, çekên nukleerî û nemirovahî bên qedexekirin

1. Ji bo aştiya cîhanê divê hemû kargehên çekan bên rawestandin û hemû çekên tehlûke bên qedexekirin. Bi gotineka din hemû cureyên çekan bên qedexekirin. Dîyaloga vekirî girîng e.

2. Divê firotina çekan ji bo welatên din bê qedexekirin û dewletên ku çekan bifiroşin bên cezakirin.

3. Divê YE Û NY bi awayekî aktîf beşdarî operasyonên aştîparêz ên navneteweyî bibin.

4. Divê YE Û NY xebatên xwe yên ji bo navbeynkariya navneteweyî xurtir bikin.

5. Divê YE Û NY bi hewildanên aşitiyê yên konkrêt şer û pevçûnan rawestînin.

6. Divê YE Û NY desteka psîkolojîk û civakî bidin mirovên ku di şer de birîndar û seqt bûne, bikin.

7. Divê Akademîkar, sazîyên akademîk, lêkolîner û zanyarên cîhanê ji bo zêdekirina toleransê bixebitin.

8. Divê sazîyên akademîk demokrasî û rêveberiya baştir pêş bixin.

9. Divê em di perwerdehiya pêşdibistanê de bingeha demokrasîyê bicîh bikin. Perwerdeya destpêka zarokan dibe bingeha pêşerojê.

10. Divê em ji bo wekheviya zayendî bixebitin da ku cudahîya navbera jin û mêran kêmtir bibe.

11. Divê YE Û NY li dijî xizaniyê têbikoşin û aboriyeka cîhanî ya berfireh pêş bixin da ku mirovahî avabibe.

12. Divê YE Û NY li dijî dagirkerên Kurdistanê bi helwest bin û serxwebûna Kurdistanê bipejirînin. 50 mîlyon Kurd bê dewlet in, ne normal e, lê divê tevgera aştîyê li ba kurdan jî cihê xwe bigire û rola xwe bileyîze.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

www.akademiyakurdi.nu

malgomajvägen 12

120 60

0729722269

Serokê Akademiya Kurdî Dr.,  doktoremend Maruf YILMAZ

Sekreterê Akademiya Kurdî  Dr. Najmaddin KARIM

Back to top button