Polîtîk

Bang ji bo pişgiriya Kurdistana Sûrî

        
Her mirov azad hatiye li ser ruyê dinê û azadî mafê wê/wî yê herî xwezayî ye. Bi deh salan e ev maf ji dest gelê Sûriyê bi darê zorê hatiye girtin. Bersiva daxwaziyên wî ji bo jiyaneke bi rûmet bi lûlên tifingan û tariya zindanan tê dayîn.

Buhara azadiyê dereng hat, ne tenê dereng, bi rengê xwînê û hêstirên çavan hat. Li kolanên bajar û gundên Sûriyê buhayên mezin tên dayîn. Dewlet her hewlê dide xwe ku hêviyên gel di nav buhna barûdê de bifetisîne.

Bêguman rûpelek nû di dîroka Sûriyê de tê vekirin û rûpelên tarî û xwînî tên girtin. Gelê Ereb û Kurd û herwiha hemû gelên din, ol û baweriyên cuda cuda di nav rêzên vê rûpela nû de cihê xwe digirin.

Tê xwestin ji herkesê azadîxwaz, aşitîxwaz, ji her mirovê şernexwaz û şiyar li hember mirovahiyê di van rojên teng de bê deng nemîne û piştgiriya gelên me li Sûriyê bike.

De werin em bi hev re, di roja 09/07/ 2011 , saet 17 de, li navenda bajarê Bonnê xwepêşandaneke mezin bi beşdarbûna hunermendên mîna Semih şiqêr, Şivan Perwer û gelek hunermendên din lidarxin.

De werin em bi hev re ji bo azadiyê bistirin û pişt bidin şoreşa gelên me li Sûriyê.

Komîta amadekar
[email protected]
Tel: 0049.1792344264

Back to top button