Hê zarok in lê diya zarokan in!

Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sitîya Zîn ku navenda wê li Cizîrê ye, li ser jinên navçeyê li 10 taxan rapirsîn (anket) dan çêkirin. Di rapirsînê de ji 400 jinan pirs hate pirsîn. Li gorî agahiyên ku Berpisyara navendê Harîka Peker da Rûdawê, di rapirsînê de zêdetir li ser rewşa civakî, siyasî, kulturî û aborî ya jinan pirs hatin kirin. Peker diyar kir ku ji temenên jinên ku tevli rapirsînê bûne ji sedî 44,4 di navbera 20-29 de, ji sedî 47,8 di navbera 30-49 de, ji sedî 7,8 di ser 50 salî de bûne.

Ji sedî 60 xwendin nivîsandinê nizanin

Berpirsyara navendê Peker eşkere kir ku di encama rapirsînê de derketiye holê ku li navçeyê rêjeya jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin ji sedî 60,5 in. Ji sedî 13,3 xwendin û nivîsandinê dizanin û dibistana seretayî qedandine. Ji sedî 6,0 dibistana navîn, ji sedî 4,5 lîse û ji sedî 0,8 zanîngeh qedandine. Ji sedî 1,8 jî dibistana xaricî dixwînin.

Li Cizîrê ji sedî 25,3 ji ber ku malbatê nehiştiye, ji sedî 9,3 ji ber rewşa xirab a aborî, ji sedî 8,3 ji ber ku bixwe nexwestiye, ji sedî 7,5 ji ber orf û adetan, ji sedî 26,3 jî ji ber ku li cih û warê wan dibistan tune bûne, neçûna dibistanê. Peker da zanîn ku jinên ku bi wan re rapirsîn hatiye kirin ji sedî 19,8 ezep, ji sedî 73,8 zewcandî, ji sedî 4,1 destgirtî bûne. Ji van jinan ji sedî 2.0 jî bî ne. Ji van jinan ji sedî 84,3 di malê de bê pere dixebitin, ji sedî 1,3 karmendên dewletê û ji sedî 0,5 jî dikandar in. Ji sedî 4,5 jî jinan eşkere kir ku betal in û ji sedî 5,3 jî xwendekar in.

Ji sedî 9 ti dahatiyeke wan tune ye

Di rapirsînê de meaş û dahatuya hevserên jinan jî hate pirsîn. Li gorî rapirsînê ji sedî 8,8 ti dahatûyeke wan tune ye, ji sedî 39,3 meaşê hevserê wan di binê 630 TL’î de ne, ji sedî 30,5 jî 630 TL dahatûya wan heye. Her wiha ji sedî 17,0 dahatûya hevserê wan di navbera 701-800 TL’î de, ji sedî 2,8 di navbera 801-900 TL’î de û ji sedî 1,5 jî di ser 901 TL de ye.

Zimanê serdest kurdî ye

Di rapirsînê de li ser zimanê ku rojane diaxivîn û pê têkilî datînin jî hate pirsîn. Ji van jinan ji sedî 66,0 eşkere kirin ku bi malbatê re tenê bi kurdî diaxivin. Ji van ji sedî 31,8 bi malbatê re bi kurdî-tirkî diaxivin. Ji jinan pirsa “Hûn zimanê xwe yê dayikê zêdetir li ku bi kar tînin?” jî hate pirsîn. Ji sedî 50 jinan eşkere kir ku ew zimanê dayika xwe li her derê bi kar tînin. Berpirsyara navendê Harîka Peker da zanîn ku ji ber rêjeyeke bilind bi kurdî diaxivin, divê li navçeyê di sazî û dezgehên dewletê de bi kurdî jî xizmet bê dayîn.

Mehra mele hê jî zêde ye

Di rapirsînê de ji jinan pirsa “Te mehra mele yan a dewletê (fermî) kiriye?” hate kirin. Ji van jinan ji sedî 7,8 eşkere kirin ku tenê mehra wan a mele heye. Kesên ku zewicandî ne ji sedî 48,8 bi navbeynkariya malbatê zewicî ne. Ji sedî 18,3 bi rêbaza berdêlê zewicî ne û ji sedî 1,3 jî bi hezkiriyên xwe re reviyane. Di rapirsînê de tişteke balkêş ku derkete holê jî ev e; jinên Cizîrî tenê ji sedî 11,5 bi dilê xwe, bi hevserê xwe re zewicî ne.

Ji sedî 21 bebeka xwe ji dest dane

Di rapirsîna jinan de encamek pir balkêş jî derkete holê. Li gorî rapirsînê rêjeya jinên ku dema zarok anîne û zaroka (pitik / bebek) wan mirin e ji sedî 21,8 e. Ji sedî 6,8 jî zarokên wan ji ber wan çûye. Her wiha di rapirsînê de derkete holê ku ji sedî 12,8 rastê tundiyê hatine. Peker destnîşan kir ku digel li navçeyê tundiya li ser jinan zêde ye jî, piraniya jinên tevli rapirsînê bûne, behsa tundiya di nava malbatê de nekirine û zêdetir tundiya dewletê anîne zimên.

Hê di zaroktiyê de dizewicin

Agahiyeke din a balkêş ku di rapirsînê de li ber çavê mirov dikeve jî rêjeya temenê zewacê ye. Li gorî lêkolînê de ji sedî 31,8 di 15 salî û beriya 15 saliya xwe de zewicî ne. Ji sedî 38,8 di navbera temenê 16-20 salî de zewicî ne û ji sedî 7,8 jî di navbera 21-25 saliya xwe de zewicî ne. Her wiha ji sedî 33,5 bi xizmên xwe re zewac çêkirine. Ji van jinan ji sedî 37,3 eşkere kirin ku bi 8-11 kesî re di malekê de, ji sedî 10,5 jî eşkere kirin ku di malekê de di ser 16 neferî re dimînin. Her wiha ji sedî 18,0 eşkere kirin ku hejmara zarokên wan 1-3 heb, ji sedî 3,5 jî gotin ku 4-7 heb, ji sedî 18,3 jî eşkere kirin ku di navbera 8-11 heb zarokên wan hene. Ji sedî 2 jî diyar kirin ku hejmara zarokên wan ji 12 hebî zêdetir e.

Ti tiştekî wan tune ye

Yek ji agahiya balkêş jî eşya, mal û milkê li ser navê jinan e. Li gorî rapirsînê ji 400 jinan tenê 3 jin li ser navê wan mal û milk an jî pere heye. Di rapirsînê de jinekê jî eşkere kir ku tenê fatoreya ceyranê li ser navê wê ye. Li ser navê jinên din ti mal û milk û pere tune ye.

Urmiye:Bawer Çem
  

Nerîna min :