Polîtîk

Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê dê serkêşiya perçekirina Iraqê bike

Hindek jêderên siyasî metirsiya xwe ya li ser biryara damezrandina Stewart Jones wekî Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê li şûna Steven Berkoff derbirin û heman demî de hişyarî didin ku armanca vê guherînê wê perçekirina Iraqê be. Her wiha çavkaniyên siyasî diyar dikin ku Balyozê nû yê Amerîka peywendiyên herî baş di gel grupên tundrewên li parêzgehên Rojava heye, ji ber ku ew yek ji wan kesên piştevanê grupên tundrew tê zanîn ku dema li Balyozê Amerîka li Urdinê bû piştevaniya wan dikir.

Her wiha çavkaniyên siyasî yên nêzîkî lîsteya Dewleta Qanûnê‌ ya bi Serokayetiya Nurî Malîkî balê dikşînin li ser wê yekê ku biryara destnîşankirina Balyozê nû yê Washington li Bexda di vê rewşa niha da, ne biryareka ji nişkekê ve ye, belku biryareke di gel guherînên Iraqê‌ hatiye encamdan. Her wiha diyar kirin ku hilbijartina Stewart Jones ku berî niha bi karê hemahengiyê di navbera civata Asayîşa Amerîka û parêzgeha Enbarê‌ radibû, ji ber wê peywendiyên wî yên bi hêz li gel grupên çekdar û grupên terorstî yên li parêzgehên Rojavayê Iraqê û bi taybetî rêxistina Qa’îde û partiyên olî yên tundrew li qeza Felluce heye. Hilbijartina Stewart Jones ku berî niha şarezayiyek li deverê hebûye ku di salên bihurî da Balyozê Amerîka bû li Urdin. Ji ber wê yekê hilbijartina wî ya wekî Balyozê Amerîka li Iraqê heta ku bikare piştevaniya wan grupên li cihê welatên Su’udiyê û Qeter û Tirkiye bike.

Dîsa ew çavkaniyên siyasî xûyakirin ku Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê berev tayfegerî çûye her çende ku ew welatiyekê Amerîkî ye, lê dîsa ew dê bikarê‌ azirandina senaryoya paşeroja Iraqê ya ji pêkanîna Hikmeta nû ya Iraqê rabe û perçekirina welat berî bigîhe heza bijardeya federaliyatan.

Wekî tê zanîn Koşka Spî li vê dawiyê ragihandibû ku Serokê Amerîka Barack Obama biryara damezrandina Stewart Jones weku Balyozê nû yê Iraqê li şûna Balyozê berê Steven Berkoff derxist. Stewart Jones berî niha gelek pile û post di Hikumeta Amerîka da wergirtiye wekî Cîgirê Serokê Şandina Balyozxaneya Amerîka li Bexda her ji sala 2008 û heta sala 2010, û postê‌ Cîgirê Şêwirmendê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarên Ewrupa û Asya her ji sala 2005 û heta sala 2008, zêdebarî postê Cîgirê Serokê Şandina Balyozxaneya Amerîka li Qahîre.

Back to top button