CîhanRojev

Balyoza Amerîka: Em piştgiriya yekkirina Pêşmerge dikin

 

Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowsk, ragihand ku ew piştgiriya proseya yekkirina Pêşmerge dikin.

Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski, li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin de daxuyaniyek belav kir. Balyoza Amerîkî di daxuyaniya xwe de ragihand ku civîn bi mebesta dupatkirina hevkariyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin.

Romanowski, amaje bi wê yekê jî kir, ku ewê li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam bin û got, “Amerîka bi biryar e ku piştevaniya hewlên Wezareta Pêşmerge ya ji bo nûjenkirin û yekkirina hêzên Pêşmerge bike”.  

Li Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi navê lîwayên 70 û 80 yekîneyên xwe yên Pêşmerge hene. Wezareta Pêşmerge xwediyê 22 lîwayan e ku li gorî daneyên fermî 125 hezar Pêşmerge hene.

 

Back to top button