Cîhan

Balyoz û hemû hemwelatiyên Tirkiye ji Suudiye têne derxistin

Medyayên Suudiye belavkirine ku desthilatdarên welatê Suudiye 24 demjimêr demek diyarkirine ku Balyozê Tirkiye û hemû hemwelatiyên Tirkiye ji Suudiye divê wî welatî bi cîhbihêlin.

Her wiha berî heftiyek jî Suudiye hemwelatî û bazirganên xwe yên ku li Tirkiyê veberhênanê dikin agahdarkiribû û wan hişyarkiribû ku Tirkiye bi cîh bihêlin û vegerin Suudiye. Her wiha Suudiye geştkirina firokeyên Tirkiye ji bo firokxaneyên Suudiye hatiye qedexekirin û danustandinên bazirganî jî hatine rawestandin.

Kûrbûna kêşeyên Tirkiye û Suudiye zêdetir demeke dirêj ve destpêkiriye û niha bi sedema şandina serbazên Tirkiye li Lîbya kêşe kûrtir bûne.

 

Back to top button